Li Dêrikê şîdeta li hemberî jinê hat şermezarkirin

  • 11:25 30 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Li Dêrikê jin li dijî şîdeta li hemberî jinê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku her cûreyên şîdetê şermezar dikin û gotin: "Em ê her tim şopdarên rêya hevalen xwe yên berxwedêr bin."
 
Li bajarê Dêrikê ya girêdayê Kantona Qamişloyê jin li ber avahiya Saziya Malbatê Şehîdan daxuyaniyek dan û şîdeta li hemberî jinê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endama saziyê Salîha Rêber ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi dirûşmeya 'Dagirkerî tundiye! bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkeriyê û faşîsmê têk bibin' 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî jinê pêşwazî kir. Di sala 1960’an de her sê Xwişkên Mîrebal ji aliyê dîktatoriya Trujîllo ve hatin kuştin. Di vê salê de diyar dibe ku dewleta tirk vê dîrokê dûbare dike. Bi hovîtiya ku çawa siyasetmedar Hevrîn Xelef, yadê Eqîde ya ku di dadê de kar dikir û şervana azadiyê Amara bi hovîtî qetil kirin heman tişte. Em şîdeta li hemberî jinê şermezar dikin û em ê her şopdarê rêya hevalên xwe yên berxwedêr bin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.