'Em ê xeta berxwedana Îmraliyê, li dijî deshilatdaran mezin bikin'

  • 09:05 30 Mijdar 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Endamên Meclîsa Malbetên Şehîdan a Kantona Efrînê di derbarê komploya navneteweyî û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotin: "Em ê xeta berxwedan û têkoşîna Îmraliyê mezin bikin û Serok Apo ji zîndanan azad bikin."
 
Di dîroka 9’ê Cotmeha sala 1998’an de dewletên navneteweyî komployek li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk anîn û bûn sedem ji Sûriyeyê derkeve. Di dîroka 15’ê Sibata sala 1999’an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve hat dîlgirtin û kirin Zîndana Îmraliyê. Ji bo ji gelê xwe yê azadîxwaz qut bikin, bi riya ferzkirina tecrîda giran xwestin ev yek pêk were. Lê armanca wan bi ser neket, ji ber vê yekê êrîşî Gelê Kurd dikin û dixwazin di rêya hedefgirtina jinan de projeya Netewa Demokratîk biçewisînin. Têkildarî vê mijarê Endamên Meclîsa Malbetên Şehîdan a Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Ji felsefeya Rêberê me ditirsin'
 
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan û dayika Berxwedêr Canxort, Asiya Ebdo di derbarê komploya ku ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin got: "Komploya li ser Serok Apo hat meşandin komployek navneteweyî bû û bi destê hemû dewletan pêk hat. Serok Apo kesayeteke demokratîk û azadîxwaz bû, tenê armanca wî azadiya gelê bindest bû. Hemû cîhan ji felsefeya Rêberê me ditirsin, ji ber ku fikrên wî ne li gor berjewendiyên wan bû. Hemû dewlet alîkariya tirkiyeyê ji bo dîlgirtina Serok û tunekirina felsefeya wî kirin. Lê berovajî vê tunekirinê, Gelê Kurd xwedî li fikir û felsefeya Rêberê xwe derketin. Xeta berxwedanê şopandin û projeya netewa demokratîk pêk anîn."
 
'Bi berxwedana xwe, em ê Serok ji zindanan derxînin'
 
Asiyayê diyar kir ku her kurdek, wê li pey şopa Serokê xwe be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk armanca wê ew e ku her kurdek li ku derê dibe wê qir bike, lê em jî her kurdek li kîjan deverê dibe em ê li pey şopa Serokê xwe bin. Em wek jin xwedî li fikir û felsefeya Serokê xwe derketin û em ê bi çalakî û berxwedana xwe Serok Apo ji zîndanan azad bikin."
 
'Ya herî ji Serok re nêz jin e'
 
Dayika du pakrewanan Amed û Rojhat, Hêvîn Eloş da zanîn ku bi rêya êrîşan, jinan dikin hedef û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Tecrîda herî giran li ser Serokatî didin meşandin. Êrîşên ku niha jî ser Gelê Kurd diqewime her diçe giran dibe. Çete jinan dixin hedefa xwe, ji ber ku ya herî ji Serok Apo re nêz jin e. Ev yek jî di Rojhilatê Firatê de hat xuyakirin. Dijmin jî ji ber ku zanî Rêber Abdullah Ocalan wê di hefteyekê de aloziya Sûriyeyê çareser bike, tecrîd giran kirin. Çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne li gor berjewendiyên dagirker û desthilatdaran e."
 
'Em ê nehêlin armanca faşîstan pêk were'
 
Hêvînê anî ziman ku dema çete êrîş dikin hêrsa wan zêde dibe û wiha pê de çû: "Armanca dewletên dagirker ew e ku kurdan tune bikin, ji ber ku ser fikir û felsefeya Serok Apo mezin bûne. Bi taybet jinên mîna; Hevrîn Xelef, Amara Rênas û Barîn Kobanê bi cenazeyên wan dilîstin. Dixwazin jina kurd lawaz bixin, ev armanc tu carî pêk nayê. Her hêrsa me ji tolhildanê re zêdetir dibe. Rûmeta me axa me ye, heta em dikarin em ê şer bikin ji bo azadiya Serok Apo û rizgarkirina axa me."
 
'Em ê xeta berxwedana Îmraliyê bişopînin'
 
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan û dayika Pakrewan Egîd û Zîlan, Hacer Miho jî berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di hundirê zîndanê de anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de 21 sal in li ber xwe dide. Gel jî xeta berxwedana wî dişopînin, ji ber vê yekê tu kes û tu hêz nikare vîna gelê berxwedêr bişkîne. Em wek jin her em ê berxwedana xwe bidomînin û ger ji me were xwestin em ê tevahî zarokên xwe fedaî axa Kurdistanê bikin."