Jinên Efrînê: Berxwedana me ya li kampan ji zivistana qerisî xurtir e

  • 09:03 30 Mijdar 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne di derbarê hatina demsala zivistan, baran û zehmetiyên ku di hundirê kampê de dibînin gotin: "Berxwedan û têkoşîna me li kampan ji zivistana qerisî xurtir e. Pêwîstiya me ya herî girîng Efrîn e."
 
Bi hezaran ji şêniyên Efrînê koçî Kantona Şehbayê bûne û li kampan dijîn. Şêniyên ku li kampê dimînin bi zehmetiyên mezin rû bi rû dimînin. Şêniyên Efrînê tevî demsala havîna germ û zivistana sar berxwedan û têkoşîna xwe ji bo vegera Efrînê didomînin. Zehmetî li hember wan nabin asteng. Di çarçoveya hatina demsala zivistanê de jinên Efrînê yên li kampa Berxwedanê bi cih bûne nêrînên xwe wiha anîn ziman.
 
'Rêxistinên mafê mirovan bi me re nabin alîkar'
 
Jina bi navê Hêvîn Ezet Hesen a ku li Kampa Berxwedanê ew û malbata xwe bi cih bûne qala hatina demsala zivistanê kir û got: "Em li kampa berxwedan bi cih bûne rojane bi zehmetî û astengiyan rû bi rû dimînin. Gelek zarok sêwî ne û nexweş in. Em di aliyê kişandina avê de zehmetî dikşînin, ya zehmetir hatina zivistanê ye. Nêzî du salan em li kampan dijîn û li ber xwe didin, tu rêxistinên mafê mirovan bi me re nabin alîkar û pêwîstiya kampê bi gelek tiştan heye."
 
'Pêwîstiya me ya herî girîng Efrîn e'
 
Dayika bi navê Sewiliyê Muhemed Betal jî zehmetiyên ku di hundirê kampê de pê re rû bi rû dimîne wiha anî ziman: "Kamp bi hatina zivistanê gelek sar dibe û gel rojane nexweş dikevin. Pêwistiyên wan bi dermanan hene, lê pêwîstiya me ya herî girîng Efrîn e. Dema baran dibare av dikeve nava kon û tiştên me. Em ê her berxwedan û tekoşîna xwe ji bo vegera Efrînê mezin bikin."
 
'Divê rêxistinên mafê mirovan bi erkên xwe ya wijdanî rabin'
 
Hêvîn Muhemed jî daxwazên xwe wiha parve kir: "Em gelê sivîl li kampê dijîn, em tiştekî ji bilî Efrînê naxwazin. Divê rêxistin û saziyên mafê mirovan bi erkên xwe yê wijdanî û exlaqî rabin û li gelê sivîl mêze bikin. Daxwazek me tenê heye ew jî em vegerin cih û warên xwe."