Bi ser malên nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê de girtin

  • 08:55 30 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglu û Sadiye Eser duh êvarî dema ji ajansê derketin hatin binçavkirin. Hat zanîn ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tên girtin. Polîsan piştî Sadiye û Sadik binçav kirin, bi ser malên wan de girtin û li malên wan lêgerîn kirin. Deriyê mala Sadik şikandin û ketin hundir. 
 
Şevê din pîştî Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglu û Sadiye Eser ji ajanê derketin agahî ji wan nehat girtin. Derket holê ku Eser û Topaloglu li midûriyeta polîsan a Stenbolê tên girtin. Polîsan piştî Sadik û Sadiye binçav kirin, bi ser malên wan de girtin û li malên wan lêgerîn kirin. Deriyê mala  Sadik şikandin û ketin hundir. Dema bi ser malê de girtin lêgerîn kirin û alavên malê tev li hev kirin. Polîsan demek dirêj înkar kirin ku  Sadik û  Sadiye nehatine binçavkirin.