Li Farqînê lîstika 'Ji tundiya li dijî jinê re na' hat lîstin

  • 16:10 29 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED -Ji aliyê Muduriyeta Xizmeta Malbatê û Jinê ya Şaredariya Farqînê ji bo jinanan lîstika şanoyê hat pêşandan. 
 
Çalakiyên çand û hunerê yên ji aliyê Muduriyeta Xizmeta Malbatê û Jinê ya Şaredariya Farqînê hatibû destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya xebatên çand û heunerê de ji aliyê Muduriyeta Xizmeta Malbatê û Jinê ya Şaredariya Farqînê ji bo jinanan lîstika şanoyê ya bi navê "Sî" hat pêşandan. Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşide Toprak, endamên şaredariyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî temaşekirina lîstika şanoyê bûn. 
 
Ji bo lîstika hat lîstin temaşevanan li ser lingan li çepika xistin. Naşide diyar kir ku ew ê çalakiyên bi vî rengî dewam bikin.