Laçikên jinan hatin desteserkirin

  • 15:48 29 Mijdar 2019
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê 30 kesên ku di nav wande jinên bi laçikên spî hebûn û 27'ê Mijdarê hatin binçavkiri dema binçavkirina wan 4 rojan hat dirêjkirin û laçikên jinan ên spî hatin desteserkriin 
 
Li Êlihê 30 kesên ku di nav wan de endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê hebûn 27'ê Mijdarê di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin.  30 kesên ku îfadeyên wan li emniyetê hatin girtin, îro birin Edliyeya Êlihê. 
 
Dozgerê ku îfade negirt, ji bo 30 kesî daxwaza dirêjkirina dema binçavkirinê kir.  Dadgeha Sulh Cezayê 4v roj dema binçavkirinê zêde kir. 
 
30 kesên ku anîn edliyeyê bi kelepçeya plastîk bûn û jinên ku her gavê bi laçikên xwe yên spî bûn jî vê carê laçikên wan ne li serê wan bûn. Kesên ku bê laçikên spî bûn hat diyarkirin ku li emniyetê laçikên wan hatine desteserkirin. 
 
30 kesên ku hatin binçavkirin û ji bo dosyaya wan biryara  nepenîbûnê hat dayîn bi "endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkriin.