Ji 20 ciwanên li Wanê hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin
- 13:38 29 Mijdar 2019
- Rojane
WAN - Li Wanê di 26'ê Mijdarê de bi ser malan de hatibû girtin û 20 ciwan hatibûn binçavkirin. Ji ciwanên hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin.
Li Wanê di 26'ê Mijdarê de bi ser malan de hatibû girtin û 20 ciwan hatibûn binçavkirin. Ji ciwanên hatin binçavkirin 5 kes bi îdaya "emdamên rêxistinê ne" hatin girtin û 15 ciwanên jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Ciwanên hatin girtin navên wan wiha ne: "Îzzet Işik, Nîhat Işik, Hazar Dayan, Harun Boga û Ferhat Arslan Boga ye.