Jinan beriya doza Ceren Damar li pêş edliyeyê daxuyanî dan

  • 12:18 29 Mijdar 2019
  • Rojane
ENQERE  - Platforma Jinan a Enqereyê, beriya danişîna doza Ceren Damar Şenel a ji aliyê xwendekarê xwe Hasan Îsmail Hikmet ve hat kuştin, li pêş edliyê daxuyanî dan. Platformê diyar kirin ku ji bo jinek din kêm nebe, dê sekna xwe ya li koridorên edliyeyê berdewam bikin. 
 
Beriya danişîna doza Hîndekara Zankoya Hiqûqê ya Zanîngeha Çankaya Ceren Damar Şenel a di 2'ê Çile de ji aliyê xwendekarê xwe Hasan Îsmail Hikmet ve hat kuştin li 33'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin, Platforma Jinan a Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Platformê li pêş Edliyê kom bûn û daxuyanî dan. Jinan pankarta “Ne tundiya mêr, edaleta rastîn" vekirin. Li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê Zeynep Tan, daxuyanî da û got: "Li Tirkiyeyê li dijî cînayetên jinan, jin nayê parastin. faîl tên parastin. Ji bo edaleta rasteqîn pêk bê em li vir in. Kuştina Ceren Damar nîşan dide ku jinek li fakulteya hiqûqê ya zanîngehê jî ewlehiya wê tune ye. Li şûna berpirs û kujerên Ceren darizînin, bêtir polîtîkayên ewlekariyê pêş dixin. 
 
Zeynep, anî ziman ku di danişîna ewil de kujer Hasan Hikmet İsmail bi cilên taqim ên caket û kravatê derket bêşberî dadgehê. Bi vê yekê Ceren Damar bê îtibar kirin. Kuştinê dikin bûyerek ji rêzê. Ji bo jinek din neyê kuştin em ê sekna xwe ya li salonên dadgehê berdewam bikin.