Dema binçavkirina rojnameger Bêrîvan hat dirêjkirin

  • 12:02 29 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRSÎN - Nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Bêrîvan Altan a 4 roj in di binçavan de ye, dema binçavkirina wê 4 rojên din jî hat dirêjkirin.
 
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan di 26’ê mijdarê de di çarçoveya biryara girtinê ya ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê ve hat derxistin li mala xwe ya li Enqereyê hat binçavkirin. Polîsan piştî binçavkirinê ew bir Mêrsînê. Bêrîvan 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tê girtin. Hat zanîn ku li ser biryara dozgeriyê dema binçavkirina Bêrîvan 4 rojên din jî hatiye dirêjkirin. 
 
Biryara “sînorkirina parêzer” a ji bo Bêrîvan hatibû dayîn hat rakirin. 
 
Parêzerên Bêrîvanê ragihandin hinceta binçavkirina Bêrîvanê nayê zanîn û polîs li emniyetê ji bo sohbetê gazî wê dikin û bi zextên derûnî re hevrû maye.