‘Tu aliyê hiqûqî yên qeyûman tune ye’

  • 09:10 29 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji bo Şaredariya Stewrê, Şemrex û Dêrikê ya Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin. Hevşaredara Mêrdînê Eylem Amak bertek nişani tayinkırına qeyüman da,  diyar kir ku tu aliyê vê yê hiqûqî tune û got girtin û polîtîkayên qeyûm wê bi têkoşîna me vala derkevın.
 
Hevşaredarên HDP’ê yên navçeyên Stewrê Gulîstan Oncu, ya Şemrexê Nalan Ozaydin û ya Dêrikê Mulkiye Esmez û 4 xebatkarên şaredariyê di 14’ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin. Hevşaredar û xebatkarên şaredariyê di 26’ê Mijdarê de sewqî edliyeyê hatin kirin. hevşaredar bi hinceta îfadeyên şahidên veşarî bi îdiaya ‘endamatiya rêxistinê’ hatin girtin.
Hevşaredara HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak diyar kir ku bi girtinan li hember têkoşîn û pergala hevserokatiyê êrîşek cidî heye û tiştên pêk hatin jî wek ‘qirkirina siyasî’ nirxand.
 
‘Tu aliyê vê yê hiqûqî tune’
 
Eylemê destnîşan kir ku li Mêrdînê bi girtinên dawî re hemû şaredarî hatine xespkirin û bi taybet jî bi êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, tayînkirina qeyûman bi leztir bûye. Eylemê daxuyakirin ku ewil qeyûm tayînê şaredariya Nisêbînê hatiye kirin û got: “Tayînkirina qeyûman û girtin, bêtehemuliya li hember mozaîka Mêrdînê nîşan dide. Mêrdîn ji bo hemû partiyan cihekî stratejîk e û bi operasyonên derveyê sînore, ev hatiye nokteyek girîng. Qeyûm wek avakirina rejîmê tê destgirtin. Ev xebat jî plana têkbirina xebatê ye. Tu aliyê hiqûqî vê tune.Bi qeyûman re dixwazin vê furya girtinê rewa bikin.”
 
‘Hevşaredarên me bi awayekî dijhiqûqî hatin girtin’
 
Eylemê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku qeyûm herî zêde dijminê destkeftiya jinan û pergala hevserokatiyê ye û wiha got: “Em dizanin ku dema qeyûm tên çima ewil êrîşê destkeftiyên jinan dikin. Ji me ditirsin. Dixwazin jinên ku şîdet û pergala serdest ya mêr qebûl dikin biafirînin. Lê em li dijî vê bi salane têdikoşin. Sûcdariyên li hember hevşaredarên me, xebatên şaredarî û îfadeyên şahidên veşarî ne. Şahidên veşarî yên bi salane li holê tune ne niha derketine holê. Pir aşkera ye ku her sê jin çima hatine girtin. Şaredariya me nema. Hevşaredarên me hatin girtin. Wê têkoşîna me jî bidome. Em dixwazin hevşaredarên me demildest bên berdan.”