Jinên Wanê: Bi girankirina tecrîdê pêşi li tundî kuştin û şer vedibe

  • 09:05 29 Mijdar 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Li gel girankirina tecrîdê Tirkiye ber bi aloziyeke kur ve diçe. Jinên Wanê diyar kirin ku bi girankirina tecrîdê pêşî li kuştin, pêvçûn û tundiya li ser jinê tê vekirin. 
 
Girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Li gel girankirina tecrîdê li Tirkiyeyê alozî,êrîş, şer û tundiya li ser jinan  jî her ku diçe zêde dibe. Ji 7'ê Tebaxê ve heta niha  destûr nayê dayîn ku parêzerên Abdullah Ocalan biçin hevdîtinê û bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinên parêzaran nayê dayîn. Jinên ku li taxa Xaçortê dijin nêrazîbûn nîşanî girankirina tecrîdê dan û gotin ku şikandina tecrîdê bi yekitiyê pêkane ye û bang li herkesî kirin ku li dijî tecrîtê bêdeng nemînin. 
 
'Bi girankirina tecrîdê re tundî zêde dibe'
 
Ji jinan Kevser Turgut diyar kir ku di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de gelên Rojhilata Navîn tên tecrîtkirin û wiha axivî;”  Em tecrîta li ser Abdullah Ocalan şermezar dikîn û qebûl nakîn. Di şexsê birêz Ocalan de gelên Rojhilata Navîn tên tecrîtkirin. Li gel girankirina tecrîdê tundiya li ser jinê, aloziya aborî û pêvçûn zêde bûn. Ji bo çareseriya van hemû neyîniyan divê bi Îmraliyê re hevdîtin bê kirin. Ji bo ku ev êrîş, pêvçûn û tundî ji holê rabe. Divê em  bibin yek û li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikîn. Em hikûmetê şermezar dikîn. Tecrît çiqas giran bibe çareserî ji ewqas dixetime. Divê em kurd bibin yek û tecrîtê hilweşinin. Ji bo xelasbûna tundiya mêr, aloziya aborî,şer û pêvçûnan ji tecrîtê re na.” 
 
'Divê jin li hemû qadan dengê xwe bilind bikin'
 
Xemê Işik ji bi lêv kir ku li dijî tecrîtê tiştê herî pêwîst yekiti ye û got ku divê jin li her qadan li dijî tecrîtê dengê xwe bilind bikin û wiha pê de çû;” Di şexsê Ocalan de têkoşîna jinan tê tecrîtkirin. Tecrîta li îmraliyê çiqas giran bibe, ewqas zêde bi ser gel de tên. Rê û rêbazên êrîşan diguhere, lê zilma wan a li ser Gelê Kurd bi dawî nabe. Hebûna me kurdan qebûl nakin. Hikûmet bi me re dijminantiyê dike. Tecrît çiqas giran bibe, tundî û qetilkirina jinan ji ewqas zêde dibe. Ger ku dewletê bixwesta tundiyê bi dawî bike divê terîda li Îmraliyê ji holê rakira. Bi girankirina tecrîdê pêşiya tundiyê, kuştinan, şer û pêvçûnan tê vekirin. Em tundiyê,kuştinan û pêvçûnan naxwazîn ji ber wê em ji tecrîtê re dibêjin na.” 
 
‘Em ê bibin yek û tecrîtê bi hev re bişkînin’
 
Feleknaz Tîmur ji anî ziman ku dewlet bi girankirina tecrîtê nikare kurdan xelas bike û wiha got:” Em zilm û tundiya li me tê kirin, qet qebûl nakîn. Çiqas ji destê me were em ê li dijî vê zilmê bertek û nêrazîbûnên xwe ewqas zêde bikîn. Bi girtinan, bi kuştinan û bi qedexeyan Gelê Kurd xelas nabe. Ji ber ku em aşitiyê dixwazîn lê ew dijminahiyê bi me re dikin. Em dixwazîn Abdullah Ocalan bi malbata xwe û parezerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Wekî ku êrîşên wan ên li ser bakurê Kurdistanê têrê nakin, vê carê jî êrîşî rojavayê Kurdistanê kirin. Em vê zilmê û bêhiquqiyê qebûl nakîn û dibêjin êdî bes e. Ji ber ku birêz Ocalan doza welatekî azad dike, tê tecrîtkirin. Em tenê azadiyê û wekheviyê dixwazîn. Erdogan çi ji me dixwaze êdî bes e. Kurd zêde ne û ew nikare kurdan biqedîne. Divê li dijî tecrîdê em hêza xwe bikin yek û vê tecrîdê ji holê rakin.  .”