'Di rêziknameyê de wekhevî nehatiye parastin'

  • 16:00 28 Mijdar 2019
  • Rojane
Evîn Gelalayî
 
SILÊMANÎ - Îro li bajarê Silêmanî jinên Partiya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan bi daxuyaniyekê partiya xwe rexne kirin. Di daxuyaniyê de Rêzan Şêx Dilêr bal kişand ser kêmbûna beşdarbûna jinê ya ji sedî bîst û diyar kirin ku divê ev rêje bê guhertin. 
 
Jinên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyekê rêziknameya partiya xwe rexne kirin û lawaz bi nav kirin, diyar kirin ku di rêziknameyê de wekhevî nehatiye paristin û daxwaz kirin ku mîna parlamentoyê rêjeya kotayê di nava YNK'ê de bibe ji sedê 30'î.
 
Li Hola Şaxa 1'emîn  ya Rêxistina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Silêmaniyê bi boneya pêngava 16 rojî ya têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinan, jinên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyanî dan.
 
Daxuyanî ji aliyê Rêzan Şêx Diler ve hate dayîn û got;"Her çiqas ev 16 roj taybet ji bo têkoşîna li hemberî şîdata li hemberî jinane û YNK jî yek ji aliyên bihêzkirina rola jinan e di nava partiyê de ye, lê mixabin, vê partiyê ji bo piştgirîkirina vê boneyê daxuyaniyek jî nedaye. Em nêzî kongreya YNK'ê dibin. Wê mêr çiqas deng bidin jinan ku beşdarî kongreyê bibin. Cihê balkêşanê ye ku di nava rêziknameya YNK'ê de rêjeya beşdarbûna jinan ji sedî 20 hatiye erêkirin. "
 
Rêzan Şêx Diler daxwaz kir ku rêjeya beşdarbûna jinan a di nava YNK'ê de weke ya parlamentoya Herêma Kurdistanê bibe ji sedê 30 û wiha domand;"Mixabin, yên ku niha dengê wan kom dibin û lûtkeya asasin zilam in. Maxabin heta niha jinan nekarine rola  sereke hebin, lewma gazin ji wan serkêşên mezin dikin ku zilam in û vê partiyê rêve dibin, di nava YNK'ê de rola jinan ne wekhev nîne, karê cidî ji bo nehatiye kirin. Dema ku niha qala wekvehiyê dikin, dibe gelek mabe. Em niha li bendêne ku YNK bernameyek aktîv ji bo jinan dane. Ji ber ku ew bernameya ku heta niha YNK'ê pêşkêş kiriye, bernameyek lawaze û piştî xebata çand salan a van jinan rê nedaye beşdarî kongreyê ji bibin."
 
7'ê Kanûnê weke roja lidarxistina 4'emî kongreya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)hatiye destnîşan kirin. Heta niha amadekariyên hilbijartina delegeyan û kongreyê didome.