Komcivîna Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat lidarxistin

  • 15:30 28 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Navenda Rêxistinkirina Jinê ya di Partiya Sûriyeya Pêşeroj de, bi boneya 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê komcivînek ji jinan re li dar xist.
 
Bi boneya 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye" û "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" navenda Rêxistina Jinê a di Partiya Sûriyeya Pêşeroj de komcivînek ji jinan re li dar xistin. 
 
Di komcivînê de Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Sûriyan Siham Qeryo, Rêveberiya Meclisa Jinên Sûriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lîna Berket, Rêveberiya Meclisa Bajarê Hesekê Civîn Remo û bi dehan sazî û dezgehên jin tê de amade bûn. Komcivîn li Til Hecer li hola Nexba ji aliyê berpirsiyara navenda jinê di Partiya Sûriya Pêşerojê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Saad Xelo, Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Lîna Tahir û Rêvberiya Navenda Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê a herêma Cizîrê Nûha Yesawî ve hat birêvebirin.
 
'Divê bi rengekî rojane em têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Piştî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, berpirsyara navenda jinê di Partiya Sûriya Pêşerojê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Saad Xelo got ku divê rojane asta berxwedana jinan li dijî tundiyê mezin bibe û wiha pê de çû: "Di sala 1960'an de xwişkên Mîrabel li hember dîktatoriya Trujîllo têkoşînek mezin dan meşandin û ji aliyê dîktatoriya Trujîllo hatin qetilkirin. Ji wê rojê 25’ê mijdarê ji bo hemû jinan bû rojek cîhanî. Divê ne tenê di 25’ê mijdarê de ji bo jinan têbikoşin, divê em bi rengekî rojane azad têkoşîna xwe mezin bikin û dagirkeriya dewleta tirk têk bibin."
 
Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Lîna Tahir serjêmariya dewletên yekbûyî a tundiya ku li ser jinan li tevahî cîhanê xwend û got: "Serjêmarî dide diyarkirin ku jinên ku rastî şideta bedenî  ji aliyê hevjînê xwe tên 35 0/0, jinên rastî şideta bedenî û xerîzî tên 52 0/0, jinên ku dibin temenê 18 salî tên zewicandin 750 milyon, nêzî 246 milyon zarok rastî şidetê li dibistanan dibin bi taybet ji aliyê zayendî, jinên xwendekar 33 0/0 rastî istismara zayendî dibin, zarokên astengdar 24 0/0 rastî istsmara zayendî dibin. Di heman demê de ji destpêka aloziya Sûriyeyê 2 milyon û 2 hezar û 289 jin hatine qetilkirin.
 
'Divê jin riya Hevrîn û dayika Eqîde berdewam bikin'
 
Rêveberiya Navenda Jinê ya Partiya Sûriya Pêşeroj a herêma Cizîrê Nûha Yesawî bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk a li ser  xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dagirkerî hemû cureyên şidetê di nava xwe de hembêz dike. Di kesayeta jinê de civakê dikin hedef û êrîşên xwe pêk tînin. Pêwîst e jin di vê qonaxê de rêka Şehîd Hevrîn Amara û Dayika Eqîde dewam bikin û tola wan hilînin."
 
Komcivîn bi niqaşa ser tundiya li ser jinan û cureyên wê bi dawî bû.