Weqfeya Jina Azad li Kampa Waşokanîyê daxuyanî da

  • 15:16 28 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Weqfeya Jina Azad bi boneya 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundeya li ser Jinê li Kampa Waşokanîyêdaxuyanî da.
 
Bi boneya 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundeya li ser Jinê, bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye! Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerîyê têk bibin" îro Weqfeya Jina Azad bi tevlîbûna koçberên Kampa Waşokanî daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Weqfeya Jina Azad a bajarê Hesekê Yasmîn Osman ve li kampa Waşokanî hate xwendin.
 
'Êrîşên 9’cotemehê qirkirina gelê herêmê hedef dike' 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Operasyona dewleta tirk a dagirker bandorek neyînî li ser jiyana gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Dewleta tirk ewlehiya heremê hedef girt. Her wiha bi sedan sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn û ji ser axa xwe hatin koçberkirin. Êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê derxist holê ku ne tenê leşkeran sivîlan jî armanc digirin.
 
Artêşa tirk a dagirker bi rêbazên hovane Serêkaniyê û Girê Spî bombebaran kir, di heman demê de nexweşxane û navendên tenduristî ku ji bo dermankirina sivîlan hatin topbarankirin, di nav de navenda tenduristî ya Arî, Heyva Sor, Ambulansên Heyva Sor her wiha dibistan û kampên koçberan, ev hemû bi armanca guhertina demografî ya herêmê û qirkirina gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bû.
 
'Di şexsê jinan de cureyên şidetê li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin'
 
Êrîşên Artêşa tirk a dagirker di 9’ê cotmehê de ji bo destekdayîna ji bo şaneyên razayî yên DAIŞ’ ê bûn. Di van êrîşan de şaneyên razayî ketin tevgerê û di encamê de bi dehan kes şehîd bûn. Dewleta tirk bi van qetlîaman têr nebû û bi rêbazên hovane îradeya jin a ku bûye nimûne ji bo hemû jinên cihanê hedef girt. Hedefgirtina jinan bi armanca binpêkirina nirxên şoreşa Rojava a ku bi destê jinê hatiye bidestxistin, mînaka ber bi çav şehîd Hevrîn bû, Hevrîn ji bo yekîtiya Sûriyê bi berxwedanî û têkoşînek pir mezin kar û xebat dida meşandin bi destên komên girêdayî dewleta tirk şehîd bû.
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê mirovan binpê dike. Îro dewleta tirk hemû cureyên tundiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şexsê jinên azad û têkoşer de pêk tîne. Em wekî Weqfa Jina Azad tevlî hemleya "Dagirkerî tundî ye! Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerîyê têk bibin"  ku rêxistinên jin di Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dan dest pê kirin dibin.
 
Em bang li sazî û rêxistinên mirovî dikin ku bi erkê xwe yê wicdanî rabin, bêdengîyê bişkînin û di derheqê komkojiyên ku dewleta tirk li ser xaka me pêk tîne ceza bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma “Na ji dagirkeriya dewleta tirk re" û "Berxwedan jiyan e” bi dawî bû. 
 
Paşî Weqfeya Jina Azad diyarî û cil li zarokên Kampa Waşokanî belav kirin.