3 cangoriyên azadiyê li goristana Qamişloyê hatin oxirkirin

  • 14:31 28 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Merasîmê 3 cangoriyên azadiyê li goristana Delîl Saroxan ya bajarê Qamişloyê hatin oxirkirin.
 
Îro merasîma 3 cangriyên azadiyê yên berxwedana rûmetê li goristana têkoşer Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê hatin oxirkirin. Bi sedan welatiyên bajarê Qamişloyê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl tevlî merasîma oxirkirina cangoriyên azadiyê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen sersaxî ji bo malbatên pakrewanan xwest û wiha got: "Em îro careke din li vê goristana pîroz amade dibin û em lehengên azadiyê oxir dikin. Tevî ku hewildanên qirkirinê li ser me berdewam in, lê bi îradeyeke azad têkoşîna me di astên herî jorîn de berdewam dikin. Armanca dijmin ji van êrîşan ew e ku em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Gelê Kurd, bên qirkirin lê bila dijmin baş zanibe ku lehengên vî welatî bi xwîna xwe ya giranbiha têdikoşin. Da ku nehêlin dijmin bostek ji axa welatê wan dagir bike." 
 
'Yan serkeftin an serkeftin'
 
Wesîqeyên têkoşeran hatin eşkerekirin. Li ser navê malbata şehîdan Tolhildan Qamişlo axivî û got: "Em bejna xwe li hember hemû malbatên pakrewanan ditewînin. Beriya niha me du cangoriyên din ji malbata xwe oxir kirin. Em şopdarê wan bin. Me berê digot yan jiyanek bi rûmet yan jî mirinek bi rûmet, lê niha em dibêjin yan serkeftin an serkeftin." 
 
Merasîm bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.