Li Melazgirê endama meclîsa HDP’ê hat binçavkirin
- 12:50 28 Mijdar 2019
- Rojane
MÛŞ - Endama Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Melazgirê Sema Tekîn hat binçavkirin.
Li navçeya Melazgirê ya Mûşê, polîsan di saetên serê sibehê de bi ser mala Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şaredariya Melazgirê Sema Tekîn de girtin û binçav kirin.
Sema ya hinceta binçavkirina wê nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.