'Destê jinê bi bereket û bi hêz e'

  • 10:15 28 Mijdar 2019
  • Rojane
Have Elma
 
SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê 1'emîn Mîhrîcana Payîzê dest pê kir. Di 1'emîn Mîhrîcana Payîzê de bi dirûşma 'Bazarek cuda' bazarek hate vekirin û zêdetirî 70 kompanyayên navxweyî û 150 kompanyayên biyanî beşdar bûn. Ji bajarên cuda jin jî beşdarî vê mîhrîcanê bûn û nêrînên xwe parve kirin. Jinan gotin:"Destê jinê bi bereket û bi hêz e. Loma beşdarbûna jinê ya ji bo vê mîhrîcanê û derketina pêş a berhemên navxweyî girîng in."
 
Kampanya Atlas bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê 1'emîn Mîhrîcana Payîzê li Silêmaniyê bi pêşangehek navneteweyî dest pê kir ku wê hefteyekê berdewam bike. Gelek kompanyayên Herêma Kurdistanê, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, Iraq û Îranê beşdar bûne. Bi giştî 220 kompanya beşdar bûne.
 
Di pêşangehê de pêwîstiyên jiyanî yên rojane yên weke xwarin, cilûberg û alavên nava malê, hunerê dest, pirtûk, tiştên zarokan û gelek alavên elektironîkî yên nava malan di nava xwe de digire. Bi taybet xwarinên Kurdewarî yên her çar parçeyê Kurdistanê balê dikişîne.
 
Wê pêşangeh hefteyekê berdewam bike û sibehan saet 10.00'an tê vekirin û heta saet 19.00'an vekirî dimîne. Jinên ku beşdarî vê mîhrîcanê bûne nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Eleqeya ji bo mîhrîcanê me kêfxweş dike'
 
Jina bi navê Bahar Behramî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ya ku beşdarî mîhrîcanê bûye wiha got:"Ez jî beşdarî mîhrîcanê bûm û ez niha lavaş, behîv zemîn, tirşî difiroşim. Cara yekem e li Başurê Kurdsitanê ez beşdarî mîhrîcanek bi vî awayî dibim. Ji ber wê berhemên me yên xwemalî qet madeyek kimyewî tê de tune ye, rastî eleqeyek mezin tên. Eleqeya ji bo mîhrîcanê me kêfxweş dike."
 
'Destê jinê bi bereket û bi hêz e'
 
Beyan Reşîd yek ji firoşkera Başurê Kurdistanê ye û karê mêxek, seramîk, dike û di heman demê de alavên folklorîk difiroşe ew jî beşdarî mîhrîcanê bûye û wiha dibêje:"Armanca me bi rêya vê bazarê mijara folklorê û kurdewarîyê em dixwazin belav bikin. Bi hemwelatiyan bidîn nasîne. Bi wan bidin ragihandin ku destê jinê bi bereket û bi hêz e.”
 
'Pêwîstî bi nasandina berhemên xwemalî heye'
 
Yek ji beşdarvana mîhrîcanê, Suzan Ehmed jî wiha got:"Niha li Başurê Kurdistanê baykota kel û pelê Tirkîyeyê ji aliyê hemwelatiyan ve hatiye destpêkirin û hîn berdewam e. Ji ber wê pêwîstî bi vekirina vê bazarê û nasandina berhemên xwemalî heye. Ji bo jinên xwedî ked û berhem ev yek girîng e. "