‘Divê jin xwe biparêzin’

  • 09:06 28 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Xwendekarên jin ên zanîngehê diyar kirin ku li Tirkiyeyê ji ber ku kujerên jinan rastî cezayekî bi bandor nayê şîdeta li dijî jinan zêde dibe û da zanîn ku divê li dijî şîdetê teknîkên parastina cewherî bên fêrkirin. Jinan diyar kirin ku divê polîtîkayên bêcezabûnê bidawî bin û jin xwe biparêzin.
 
Li her çar alî cîhanê jin di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê daketin qadan û li dijî şîdet, kuştin, tacîz, tecawiz û êrîşan serî hildan.  Xwendekarên jin yên Zanîgeha Yuzuncu Yil a Wanê jî daketin qadan û diyar kirin ku ji bo kujeran cezayek bi bandor nayê dayîn.
 
‘Jin di çapemeniya civakî de jî rastî şîdetê tên’
 
Xwendekar Şara Akinci diyar kir ku xwendekara zanîngeha Ispartayê Guleda Cankel ji aliyê hevalê wê yê mêr ve hatiye qetilkirin û wiha got: “Vê rewşê gelek bandor me kir. Hêrsa me zêde kir. Ji ber rolên zayenda civakî jin rastî şîdetê tên. Jin rastî şîdeta psîkolojîk tên. Bi taybet li zanîngehan jin li ser çapemeniya civakî tên tacîzkirin. Mêr her tim mudaxaleyê cil û berg, tevger û axaftina jinan dikin. Hevalên mêr li zanînhegê dibêjin ‘em mêr in dikarin biaxivin’. Em kêmasiya hişmendiya zayendî pir zêde dijîn.  Divê jin bizane ku heqeret, dijûnên hevalên wan yên mêr, şîdet e û demildest pêşî li vê bigire. Şîdeta gotinî rê li ber şîdeta fîzîkî vedike.”
 
‘Divê gotina jinan yek be’
 
Şarayê daxuyakirin ku divê jin ji bo parastina xwe, teknîkên parastina cewherî fêr bikin û got saziyên jinan jî têr nakin û got: “Kujer cezayên pêwist nagirin. Tevî ku li dadgeha delîlên têr derdikevin holê jî tu encam nayê girtin. Doza Şule Çet û Rabîa Naz mînak in. Divê her jinek gotina wê ya li dijî şîdetê hebe, bi hev re têbikoşin.
 
‘Dewlet ji jinan re nabe bersiv’
 
Zehra Bakir jî behsa zêdebûna kuştinên jinan kir û wiha berdewam kir: “Ji bo ku pêşî li kuştinên jinan bê girtin, divê hîn bêtir saziyên jinan hebin. Divê ev jî bi dest û mêjiyê jinê bê avakirin. Ji ber ku jinên rastî şîdetê tên serî li saziyên dewletê didin lê bersiva wê nayê girtin. Ji ber ku jin nayên parastin tên qetilkirin. Di vê mijarê de divê dewlet û sazî berpirsyariya xwe bînin cih.”
 
‘Hewl didin kujeran biparêzin’
 
Ayça Oner jî wiha got: “Kuştinên jinan bi gotinên wekê ‘li ku bû, çi karê wê li wir hebû, çima etekê kin li xwe kiriye’ tê rewakirin. Her jinek azad e û dikare her tiştê li gorî dilê xwe li xwe bike. Hewl didin kujeran bi van gotinan biparêzin. Zextên li ser jinan her diçin zêde dibin. Divê jin pêşî li vê bigirin. Divê jin tu bûyerê veneşêrin û derxînin holê.”