Aktîvîsta TJA’yê Xecê: Em avakirina zimanekî nû hedef dikin

  • 09:04 28 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen, diyar kir ku di stran, pirtûk û helbestên tên nivîsandin de jin wek obje tên dîtin û got: “Em tevgera jinên Kurd hedef dikin ku zimanekî nû ava bikin. Em têgehên di rih û mêjiyê me de hatine kodkirin, dinirxînin û li ser alternatîfan dixebitin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA)  li dijî îfadeyên zayendperest yên ji aliyê zîhniyeta ku jinan wek obje dibînin ve, li ser zimanan tê bicihkirin ve, hewl dide ku zimanekî nû biafirîne. Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen, zimanê zayendperest yê di berhemên tên nivîsandin de û têkoşîna li dijî vî zimanî vegot. Xecê da zanîn ku di civaka xwezayî de zimanekî ku rumetê dişkîne, biçûk dixîne, tune û bi zîhniyeta serdest ya mêr re zimanê zayendperestiyê jî pêş ketiye.
 
‘Zimanê nivîsê zimanê zayendperestiyê pêş dikeve’
 
Xecê da zanîn ku bi zimanê nivîsê, zimanê zayendperestiyê jî pêş dikeve û wiha pê de çû: “Nêrîna ku Jîneolojiyê daniye pêş me, ferz kir ku em vê mijarê bigirin rojeva xwe. Tevî ku bikaranîna zimanê zayendpestiyê wek rastiyeke civakî derket pêş me jî, ev formeke ku kapîtalîzm û feodalîzmê li me ferz kiriye.”
 
‘Ya ziman, wêje û felsefa nivîsê ava kiriye jin e’
 
Xecê destnîşan kir ku di stran, pirtûk û helbestên tên nivîsin de jin wek obje tên dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zimanekî ku jinan berbi koletiyê ve dibe hatiye avakirin. Di berheman de têgeha ‘namûsê’ tê bikaranîn. Têgeha namûsê ji ser jinê tê afirandin û civakî kirin. Di bin navê qelend, evînê de rol li jinan tê barkirn, hepskirina malê ya jinan jî di berheman de wek rastiyek civakî dertê pêşberî me. Em dizanin ku rastî jî ne ev e. Ji civaka xwezayî heta roja îro, ji mîtolojiyê heta ronakbiriyê jî ya ku hemû jiyan hûnaye jin e. Ya ku zimanê nivîsê, wêje û felsefe ava kiriye jî jin e.”
 
‘Hedefa me afirandina zimanekî nû ye’
 
Xecê daxuyakirin ku dema berhemên fîlozof û wêjevanan tê lêkolînkirin tê dîtin ku bi zimanê desthilatdariyê hatine nivîsin û ev nêrînek îdeolojîk û rêxistinbûne. Xecê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em tevgera jinên Kurd vê dikin rojeva xwe û rexneya vê dikin û hedef dikin ku zimanekî nû biafirînin. Em, têgehên di rih û mêjiyê me de hatine kodkirin, dinirxînin û li ser alternatîfan dixebitin. Divê em bi ziman û fikrek nû nivîsên xwe binivîsin û pirtûkan derbixin.”