'Êrîş çavê me natirsîne hêrsa me hîn zêdetir dike'

  • 09:03 28 Mijdar 2019
  • Rojane
Raperîn Bekir
 
ŞEHBA - Rêvebera Meclîsa Ehdasê, Weqfiye Koçer diyar kir ku êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê çavê wan natirsîne, berovajî hêrsa wan a tolhildanê zêde dike.
 
Weke Efrînê li deverên weke Girê Spî û Serêkaniyê yên niha di destê dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne jî hedefgirtina jinan berdewam e. Jin li van deveran bê ewle ne û rastî hemû şêwazên tundiyê tên. Têkildarî mijarê Rêvebera Komîteya Jinê ya Meclîsa Navçeya Ehdasê Weqfiye Koçer di derbarê tundî û kiryarên bi hişmendiya dewletê li ser jinê tê meşandin de nirxandin kir.
 
Weqfiye di serî de êrîşên li ser Efrînê hatibû kirin bi bîr xist û got: “Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve, êrîşên herî hov li ser jinan didin meşandin. Weke gelê Efrînê yê li kantona Şehbayê dijîn me pêwistî bi avakirina sazî û dazgehên jinê dît. Ji bo ku li hember vî dijminê hov bisekinin. Îro jinên kurd rastî hemû cureyên tundî, îşkence û qetilkirinê tên. Ji bo em rê li pêşiya van kiryaran bigirin me xeta berxwedanê û xwebirêxstinkirinê hilbijart.”
 
‘Neqebulkirina koletiyê bû sedema hedefgirtinê’
 
Weqfiye destnîşan kir ku kiryarên li Efrînê tê meşandin niha li Girê Spî û Serêkaniyê jî tên jiyîn û wiha dom kir: “Gelê Kurd, bi taybet jinên kurd koletî û bindestiyê qebûl nakin. Ev yek dibe sedema ku her bên hedefgirtin. Em weke Gelê Kurd ne tenê ji bo hebûna xwe şer dikin, di heman demê de ji bo tevahî gelên bindest, têdikoşin. Em wek jin divê bi yek destî tev bigerin û piştgiriya hemû jinan bikin. Mînaka herî ber bi çav jinên ku di saziyên mafên mirovan de kar dikin îro li hember hemû kiryarên ku jinên li Sûriyeyê pê bi rû bi rû dimînin, bêdeng in. Em bang li hemû jinên ku di meclîsa Ewropa an rêxistinên mafên mirovan de peywirdar in dikin bila li cewhera xwe vegerin û piştgiriyê bidin jinên Sûriyeyê.”
 
‘Em bi kiryarên dewleta tirk lawaz nakevin’
 
Endama Meclîsa Ehdasê ya kantona Şehbayê Emîne Mihemed jî wiha kiryarên ku li ser jinan tên meşandin anî ziman: “Jinên kurd rastî hovîtiya dewleta tirk tên. Asta hovîtiyê heta îskenceya li cenazeyê jinan jî çûye, ji vê û şûn de êdî tiştek ji mirovbûna wan nemaye. Ev bêrûmetî têra çeteyên dewleta tirk nake, bi dîmen van kiryaran li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve dikin. Hemû pêkanînên wan ên dijmirovî bi daxwaza tirsandin û şikandina îrade û hêza jinan e. Em weke jinên kurd bi van kiryaran lawaz nakevin. Em bi hêztir dibin ku her em ê şer bikin û tola şehîdên xwe hildin. Ewqas saziyên mafê mirovan û taybet ê mafê jinê hene lê ji bo jinên kurd her xwe li bêdengiyê datînin. Bi yekbûna xwe weke jin em ê bêdengî û hovîtiya dijmin tune bikin.”
 
‘Em li benda kesî namînin û me rêya xwe hilbijartiye’
 
Emîne da zanîn ku dê tu hêzên dagirker nikare çavê jinên kurd bitirsîne û wiha berdewam kir: “Wek jinên kurd em li benda nêrînên dewletan namînin, me rêya xwe hilbijartiye û ji bo tunekirina dijminê mirovahiyê em amade ne. Bi Şoreşa Rojava re jin zêdetir xwe nas kir û ji bo hebûna xwe şer kir. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin bi pêş ket û cewhera xwe nas kir. Tehemula dijmin li hember destkeftiyên jina kurd tune bû, lewra êrîşî jinên kurd dike. Li beramberî van kiryaran jin zêdetir şer dike û asta tekoşîna xwe bilindtir dike. Mînaka wê jî îro hêza ku dunya jê ditirse DAIŞ bû ew jî bi destê jinên kurd tune dibin. Binpêkirina mafê jinan li deverên dagirkirî tu carî nahêle ku em wek jin gavên xwe paş vekşînin.”
 
'Em ê her dem rêya berxwedan û têkoşînê bişopînin'
 
Endama Meclîsa navçeya Ehdas Zekiye Osman bal kişand ser êrîşên dewleta tirk bi taybet li hember jinê û wiha pê de çû: "Piştî şoreşa Rojava jinê cewhera xwe nas kir. Desthilatdaran jî pêşketina jinan dît ji bo wê di hemû êrîşan de yekem jin hedef girtin, lê bila dijmin jî baş bizanibe em bi fikra Rêber Apo xwe perwerde dikin û vedigerin rastiya xwe. Em ji êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê natirsin û em ê herdem rêya berxwedan û têkoşînê  bişopînin. Hemû cîhan jî dizane çeteyên DAIŞ'ê  bi destê jinên  Rojava têk çûn. Dijmin çiqas êrîş bike jî em gav ji paş ve navêjin û em ê xurtir jî tev bigerin."