HRW'ê têkildarî dorpêça li ser Mexmûrê raporek weşand

  • 14:11 27 Mijdar 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan, têkildarî dorpêça li ser Mexmûrê ku ji ber rêgirtinê du dayikên ducanî zarokên xwe windakirîbûn, rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê bi tundî rexne kir û eşkere kir ku cihê matmayînê ku heta niha berpirsên herêmê dawî li dorpêça li ser wargehê neanî ye.
 
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) derbarê dorpêça li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de zêdeyî 4 mehane didome raporek weşand. 
HRW'ê di raporê de bi hûrî qala rêgirtin û astengiyên rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê danîne li pêşiya şêniyên Wargeha Mexmûrê dike. 
 
Di raporê de wiha tê gotin: "Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê di nava nîvê meha tîrmeha sala 2019'an ve bi awayekî herêmî ambargo danîne li ser tevger û hatinûçûna panaberên Wargeha Mexmûrê ku Kurdê Tirkiyeyê ne."
 
Herwiha Berpirsa Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) a Rojhilata Navîn Sarah Leah Whitson, wiha destnîşan kir: "Rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê nikarê her kesê li wargehê ceza bike,  ji ber ku hin mirov dikarin dilsozê PKK'ê bin, dema ku delîl tunebin ew sûc kirine. Ev ambargoya li ser şêniyên wargehê wiha kiriye ku nekarin biçin kar, nexweşxaneyan û çareseriyên tenduristî bikin."
 
Navîn Sarah rexneyên tund li rêveberiya Herêma Federel a Kurdistanê kiriye û wiha destnîşan kir: "Divê dayik zarokên xwe winda nekin ku ji nû rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê bifirkirin ku sînorkirin zêde ye. Cihê şok û matmayînê ye ku hata niha berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê dawî li sînordarkirina mafê hatinûçûnê penabarên wargeha Mexmûrê neaniye."
 
Li gorî raporê, koordînatorê hikûmeta Herêma Federal Kurdistanê yê ji bo parêzvaniya navdewletî Dindar Zebarî, roja 30'ê cotmehê bersiv da pirsnameyek HRW'ê ya di derbarê rewşê de û diyar kiriye ku rayedarên hikûmetê ji ber" pirsgirêkên ewlehiyê "tevgerên rûniştvanên kampê 'hinekî sînordar kir.'  
 
Di dawiya raporê de, tê gotin ku li gorî pîvanên navneteweyî pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê mafê azadiya nîştecihbûn, hatinûçûnê ji bo xelkê li herêmên di bin kontrola xwe de pêk bîne û wiha hat diyar kirin: "Li gorî yasayên navneteweyî hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê di demekê dikare hatinûçûna welatiyan û yên ku hemwelatî jî nînin li gorî yasayê be û ji bo parastina asayîşa neteweyî, selametî û tenduristiya giştî be, yan ji bo parastina maf û azadiya xelkê din be sînordar bike. Weke din divê ev sînordarkirin, ne cudahî û bi armanca sînordarkirinê be."