Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Hezar û 200 jin bi şîdetê re rûbirû man

  • 11:50 27 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di êrîşên Efrînê de zêdetirî hezar û 200 jin bi cûreyên şîdetê re rûbirû mane. 
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê daneyên xwe yên derbarê şîdeta li hemberî jinên Efrînê de aşkerakir. 
 
Di daneyan de hat destnîşan kirin ku li gorî raporên hiqûqî û çapemeniyê binpêkirinên li hemberî civakê bi taybet li hemberî jinan li herêmên ku şer heyî zêdetir dibe. 
Artêşa Tirk û çeteyên wê ji dema Efrînê di meha Adara 2018`an de êrîş kir, hemû cûreyên binpêkirinê li dijî sivîlan pêk tînin, wek kuştin, revandin, îşkencedan, koçberkirina bizorê, dizîn û talankirin.
 
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, artêşa Tirk û çeteyên wê di dema êrîşên Efrînê de zêdeyî hezar û 200 bûyerên şîdetê li hemberî jinan pêk anîne. Ji wan 40 jin hatin kuştin, 60 jin bi tecawizê re rûbirû man, 100 jin rastî şîdeta fîzîkî û zêdeyî hezar jin bi zorê hatin revandin. Li gorî daneyên rêxistinê di encama şîdetê de 5 jin dawî li jiyana xwe anîn.