17 kes hatin binçavkirin

  • 11:25 27 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqerê, Dîlok, Riha, Sûmsûrê, Êlih û Amedê di serdegirtinên malan de wekîlên HDP’ê yên berê jî di nav de, gelek siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin binçavkirin. 
 
Li Enqereyê, polîsan di saetên serê sibehê de bi ser malan de girtin, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Kedkarên Karê Tendurîstî û Civakî (SES) jî di nav de 11 kes binçav kirin. 
 
Kesên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat, rêveberên SES’ê Fîkret Çalagan û Belkis Yûrtsever, endamê Meclîsa HDP’ê Berekt Kar, Endamên HDP’ê Mazhar Yerlîkaya, Şehrîban Başak, Ethem Ozgan, Sabahattin Karli, Kemal Akalin, Berfûm Çolak û Ziya Cebeci.
 
Parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin
 
Parlamenterê HDP’ê yê berê yê Sûmsûrê Behçet Yildirim di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan piştî lêgerîna malê, Behçet binçav kirin. Behçet ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn birin, Miduriyeta Polîsan. 
 
Rojnameger binçav kirin
 
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin Haci Yûsûf Topaloglû li navçeya Kolik a Semsûrê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malê de hemû endamên malbatê bi erdê re dirêj kirin û berê çekan dane serê wan. Haci Yûsûf yê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Semsûrê. 
 
Li Rihayê kesek hat binçavkirin
 
Polîsan li Taxa Şirnex a navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi ser malan de girtin û bavê 2 zarokan Îrfan Erdem binçav kirin. Hat diyarkirin ku Îrfan bi hinceta parvekirinên medya civakî “Propagandeya rêxistinê kirin” derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Îrfan ê hat binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. 
 
Li Amedê polîsan bi ser malan de girtin
 
Li Amedê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Cîgirê hevserokê DBP'ê Mehmet Şirîn Tûnç û Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê ya HDP'î Songul Dag Kapanci hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku polîsan deriyê malan şikandine û tiştên malan belav kirine. Hat hînbûn ku hejmara yên hatî binçavkirin zêde dibe û kesên ku hatine binçavkirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Bajêr.
 
Li Kercewsê serdegirtina malan
 
Li Kercewsa navçeya Êlihê jî polîsan di saetên serê sibehê de bi ser mala Nûnerê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) yê Kercewsê Mehmet Yildirim de girtin û binçav kirin. Hat hînbûn ku polîsan deriyê malê şikandiye û dest danîne ser materyalên dijîtal. Mehmet ê ku hinceta binçavkirina wî nehat hînbûn, birin Muduriyeta Polîsan a  Êlihê.