‘Em bibin çareseriya pirsgirêkan'

  • 09:06 27 Mijdar 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Hevşaredar Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jin ku di bin bana Şaredariya Sûrêde hatiye vekirin wê di her mijarê de ji bo jinan xizmetê bide û got: “Jin sedema zêdebûna fihuş û hişbirê girêdayê kêmbûna saziyên jinan dibînin. Em ê bi jinan re pirsgirêkan çareser bikin."
 
Di bin bana Şaredariya Sûrê de Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jin hat vekirin. Di 2016’an de bi qeyûman re hemû saziyên jinan û navendên jinan hatibûn girtin. Yek ji navendên ku hatibûn girtin Navenda Jiyanê ya Jinan a Amîda bû. Şaredariya Sûrê bi heman navî ji nûve sazî vekir.
 
Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn da zanîn ku li Tirkiyeyê kuştin û şîdeta li hember jinan zêde bûye û ev zîhniyet jî ji aliyê dewletê ve tê pêşxistin û got: “Divê der barê şîdeta li ser jinê de xebatên cidî bên meşandin. Me jî xwest em bibin parçeyek vê xebatê. Beriya vê biryarê endamên meclîsa me li taxan geriyan û daxwazên jinan guhdar kirin. Me civîn pêk anîn û li ser daxwazên jinan me biryara vekirina navenda şêwirmendiyê girt. Di 2016’an de bi hatina qeyûman re hemû navend û saziyên jinan hatibûn girtin. Jinan ji van saziyan piştgiriya civakî û aborî digirt. Qurs didîtin. Jinên rastî şîdetê hatibûn piştigirî digirtin.”
 
‘Em ê piştgiriya civakî, psîkolojîk û hiqûqî bidin’
 
Fîlîzê her wiha daxuyakirin ku qeyûman bi polîtîkayên dijminahiya jinê saziyên jinan girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman ne tenê saziyên jinan, yên şandê jî hatin girtin. Lê em şaredariyên HDP’ê wê dîsa ji gelê xwe re xizmetê bikin. Em ê li gorî hewcedariyan xebatan bimeşînin. Em şaredariyeke gel in. Di navenda jinê de jî xebatên me wê li ser vê esasê bin. Em ê biçin hemû malan û bi jinan re bên cem hev. Em ê cureyê şîdetê ji wan re vebêjin û vexwendiyê navendê bikin. Em li ser daxwazên wan wê tespîtan bikin û xebatan bimeşînin.”  Fîlîzê her wiha daxuyakirin ku ew dixwazin li navçeyê îmzeyê bavêjin gelek projeyan û di her mijarê de wê xizmetê bidin jinan.
 
‘Em ê ji bo pirsgirêkan bibin çareserî’
 
Endama Meclîsa Şaredariyê Ruşen Tayfun jî destnîşan kir ku ew bixwe jî di pêvajoya projeya navendê û vekirina wê de cih girtiye û wiha pê de çû: “Çawa xebatên şaredariyê dest pêkirin me dest bi xebatan kir. Piştî qeyûman me di şaredariyan de pirsgirêkên cidî jiyan. Me di alî aborî de pirsgirêkên mezin jiyan. Lê tevî vê me xebatên xwe meşandin. Ez di komîsyona îmarê de bûn. Li taxan xebatên me pêk hatin. Di vê xebatê de em jinan re hatin cem hev. Me pirsgirêkên wan tespîtkirin. Jinan diyar kirin ku sedema zêdebûna fihuş û hişbirê nebûna saziyên jinane. Li ser vê em ketin hewldanan.”
 
‘Jin wê her tiştî diyar bikin’
 
Ruşenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku beriya dema qeyûm li Sûrê du saziyên jinan hebûne lê her du jî hatibûn girtin û got: “Saziyên jinan di gelek mijarê de karê jinan hêsan dikir. Piştgirî didan jinan. Mînak ji bo jinên dixebite kreş vekiribû. Mala cilşoyê vekiribûn. Mala tenûrê vekiribûn. Atole dmeşandin. Ji bo jin tevlî civakê bibin xebat dimeşandin. Lê piştî sazî hatin girtin jiyan zehmet bû. Di pêvajoya nû de em ê hewcedariya jinan guhdar bikin û pergalek xebatê ava bikin. Ne em wê jinên taxê hewcedariyan diyar bikin. Em ê di nokteya piştgiriya hiqûqî de jî bibin destek.”