Fatma Ebid: Heger mirinek min hebe wê ser xaka Rojava be

  • 09:04 27 Mijdar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Qermîçokên dest û rûyê pîra bi navê Fatma Ebid serpêhatiya 75 saliya wê ya ked, avakirina mal, xwedîkirina zarok û neviyên wê û keda ji bo çandiyê daye, nîşan dide. Fatmayê di heman demê de bûye şahid zindî ya êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava. 
 
Derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê jina bi navê Fatma Ebid a 75 salî, axivî. Fatmayê got:"Heger mirinek min hebe wê ser xaka Rojava be."
 
'Ma me çi kiriye heta ewqas felaket bi serê me de tê?'
 
Fatmayê diyar kir ku êrîşa li ser axa wan nayê qebûlkirin û wiha got: "Ma me çi kiriye ji  bo xwedê heta ewqas êrîş li ser me pêk bên? Gund û malê me talan kirin. Jin û zarokên me qetil kirin û civaka me dûrî hev xistin. Çi felaket bi serê gelê me de hat. Me dizî nekiriye û xaka tu kesî bi zorê ji wan nestandiye, çima gundê me talan û dagir dikin?"
 
'Em tu carî dev ji welatê xwe bernadin."' 
 
Fatmayê diyar kir ku êrîşan pergala gel belav kir dayik kuştin û zarok sêwî hiştin û wiha dewan kir: "Mala me pir mezin bû dikaribû nîvê gund bihewanda xwarin û vexwarina wan pêşkêş bikira, lê niha bûk, zarok û neviyên min piraniya wan çûn Hesekê, hin li dibistanan û hin jî li malên  mîna pînê mirîşkanin bicih dibin. Ji maleke mezin ku nîvê gund dihewand koçî malekê mîna pînê mirîşkan bûn. Niha her tişt guherî û çeteyan xwest jiyanê li me heram bikin û em ji vir koç bibin. Lê em tu carî dev ji welatê xwe bernadin."
 
'Yên mala me şewitandin û talan kirin nikarin tu xizmetê ji me re bikin' 
 
Fatmayê bal kişand ser qutkirina avê ji aliyê komên dewleta tirk ve û wiha dirêjî da gotina xwe: "Êrîş kirin ne bes bû, vê carê av jî qut kirin ma hîn çi dixwazin bikin? Îro şaredariya gel av li gund belav kir me serê xwe, zarok, cil û bergê xwe şuştin, ajalên xwe av dan. Çêleka min ava tal û ya çemê Zirganê venedixwar niha eger şaredarî av neanîba wê di du rojê din ji tîna bimira. Ceyran qut bû, ava şêrîn ji dema êrîşan de qut bûye û ava tal jî em nikarin vexwin û jiyan li bin guhê hev ket, baxçeyên payîzê û zivistanê yên ku me çandin va ye giştî zer û hişk bûn. Yên ku mala me şewitandin û talankirin wê nikaribin ti xizmetê ji me re bikin. Karê wan tenê talankirin û dizî ye." 
 
'Em dixwazim her kes vegere ser axa xwe'
 
Fatmayê da zanîn ku ew dixwazin dagirker ji xaka wan derkevin da ku dîsa vegerin jiyana xwe ya aram bê tirs û di aramiyê de bijîn û  wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em koçberiyê naxwazin, em dixwazim her kes vegere ser axa xwe û em dîsa vegerin mal û têkiliyên xwe yên  civakê ji berê xurtir bikin."
 
'Min li ser vê axê 75 sal derbas kir ez ê li vir jî xatir ji cîhanê bixwazim'
 
Fatmayê da xuyakirin ku pêwîstiya wan bi hêzeke siberoja wan qetil dike tune ye û wiha dawî li gotina xwe anî: "QSD' ê em parastin û jiyaneke aram û ewle pêşkêşî me kir, jiyana herî xweş li vir e ser axa welatê me ye, welatê xelkê nabe welatê me û em ê koçberiyê nepejirînin. Eger mirinek min hebe ez ê li ser vê axê xatir ji cîhanê bixwazim û jiyana xwe ji dest bidim."