Jinên Babil Xêrê: Mal û gundê me stargeh û hêlîna me ye

  • 09:02 27 Mijdar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên Gundê Babil Xêrê yê girêdayî navçeya Til Temirê êrîşên dewleta tirk nirxandin. Jinan gotin: Çeteyên dewleta tirk, nêzê gundê me ye eger êrîş bike û komkujiyan pêk bîne Emerîka û Rûsya berpirsiyar e." 
 
Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê kir. Di encamê de bi sedan jin û zarok şehîd û birîndar bûn. Êrîşên li hember xaka Bakurê Sûriyeyê dewam dike. Gundê Babil Xêr ê Til Temirê bi xetereya êrîşan dewleta tirk û komên girêdayî wê rû bi rû ye. 
 
'Bêhna gundê min dibe sedem êş û xemgîniya xwe ji bîr bikim'
 
Nûra Şêxmûs diyar dike ku nirxê herî giranbiha axa gundê wê ye û wiha dom kir: "Em çi bikin û biçin ku derê jî tu dever nabe wekî axa gundê me. Em li vir hatine cîhanê ji her derê zêdetir bêhna me li gundê me fireh dibe, dema ku çavên min li gund dikeve hemî êş û xemgîniya xwe ji bîr dikim."
 
'Çete ji bo parvekirina berhemên diziya gund bi hev dikevin'
 
Nûrayê bi lêv kir ku çeteyên dewleta tirk nêzî gundê wan e û wiha pê de çû: "Em çûyîn û hatina çeteyan bi çavên xwe dibînin, gelek caran jî gundê me û yên derdorê topbaran dike. Leşkerên Rêjîma Sûrî jî birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. Çete hatina dizî, talanî û xirabkirina welatê me, li ber çavên me mal û milkên welatiyan ku bi ked û xwîna çavên xwe kom kirine, talan dikin. Gelek caran jî çete ji bo parvekirina berhemên diziyê bi hev dikevin."
 
'Heger tiştek bi sivîlekî bê, Rûsya û Emerîka berpirsiyar in' 
 
Nûrayê diyar kir ku eger top li sivîlên gund bikevin birîndar yan jiyana xwe ji dest bidin Rûsya û Emerîka berpirsiyarê wê ne û wiha dawî li gotina xwe anî: "Du caran çeteyên ku hatin diziya gundê me bikin me ew qewitand û nehişt ku diziyê bikin. Çete gundên derdorê topbaran dike û bi taybet gundê me sivîl lê pir in û her kes vegeriyan gund ji ber wê jî eger sivîlek bi top, gule û balafirên dewleta tirk tiştek jê were Rûsya û Emerîka berpirsiyar e."
 
'Mal û gundê me stargeh û hêlîna me ye'
 
Eyşê Salih jî dibêje ku em alîgirên aşîtiyê ne û wiha got:"Em nêzî 30 rojî çûn Hesekê lê jiyan li wir nabe ji ber ku mirov ne li mala xwe be her koçber dimîne. Mala me ew stargeha me ye û em naxwazin hêlîn ango gundê me talan bibe û çete dest bavêjin wê. Rûniştineke me ya mal hêjayî malê dinyayê ye. Da ku çete destdirêjiyê li hember me neke, em çûn Hesekê, lê niha em dixwazin ev diz ji xaka me derkevin da ku em vegerin jiyana xwe ya berê û aram."