ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 27 Mijdar 2019
  • Rojev
*Îpek Erkmen a ku 30 salin bi rêbazên tipa alternatîf ji giyayan dermanan çêdike anî ziman ku li gel pêşveçûna tipê nexweşî zêde dibin û got ku divê jin tipa alternatîf an go dermankirina xwezayî ji nifşê nû re ragihînin. BI DÎMEN
 
*Jinên Gundê Babil Xêrê yê girêdayî navçeya Til Temirê êrîşên dewleta tirk nirxandin. Jinan gotin: Çeteyên dewleta tirk, nêzê gundê me ye eger êrîş bike û komkujiyan pêk bîne Emerîka û Rûsya berpirsiyar e." BI DÎMEN
 
*Qermîçokên dest û rûyê pîra bi navê Fatma Ebid serpêhatiya 75 saliya wê ya ked, avakirina mal, xwedîkirina zarok û neviyên wê û keda ji bo çandiyê daye, nîşan dide. Fatmayê di heman demê de bûye şahid zindî ya êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava. BI DÎMEN
 
*Hevşaredar Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jin ku di bin bana Şaredariya Sûrêde hatiye vekirin wê di her mijarê de ji bo jinan xizmetê bide û got: “Jin sedema zêdebûna fihuş û hişbirê girêdayê kêmbûna saziyên jinan dibînin. Em ê bi jinan re pirsgirêkan çareser bikin." BI DÎMEN 
 
* Jinên ji Kobanê û Efrînê ji ber êrîşên çeteyê DAIŞ’ê bi zarokên xwe re axa xwe terk kirin, li Tirkiyeyê jî bi newekhevî, xizanî û betaliyê re hatin rû hev. Jinên li Wanê di konteyniran de dijîn, diyar kirin ku yekane daxwaza wan ev e ku şer bidawî be û vegerin ser axa xwe. BI DÎMEN 
 
*Berdevka Fermî  ya  YPJ'ê Nesrîn Abdullah, derbarê rola YPJ'ê ya di pêvajoya şer de û rola jinê ya di êniyên têkoşîn û şoreşê de nirxandin kir. Nesrînê got: "YPJ bû ezmûna serkeftî ya jinan a di qada xweparastinê de. Parastin felsefeyeke. YPJ'ê ev felsefe veguhert şêwazek jiyanê û kir hebûn. Her jinek bûye şoreşek. Wê tu carî tunekirin li hember rûmeta jinê bi ser ne keve." BI DÎMEN 
 
*Sebahat Çençtarîh diyar kir ku di sûcên li hemberî jinan tên kirin de, kes, civak û dewlet bi hev re berpirse û got: “Heqîqeta tiştekî ne di parçe de di yekbûnê de veşartiye. Di pergalên dewletan de kes ji ahlaq dur dikevin, xwe dispêrin qanûnan û li gorî vê tevdigerin. Valahiyên di qanûnan de jî wek alav bi kar tînin û sûc dikin.”