Li Hesekê û Tirbespiyê semînera ji bo 25’ê mijdarê hat dayîn

  • 16:59 26 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO / HESEKÊ - Bi boneya 25'ê mijdarê Hêzên Parastina Civakî ya Jinê, semînerek li Hesekê û navçeya Tirbespiyê da.
 
Bi pêşengtiya Hêzên Paranstina Civakî ya Jinê (HPC-J) semînerek li bajarê Hesekê û navçeya Tirbespiyê bi dirûşma "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerîyê têk bibin” hat dayîn. Bi sedan endam û saziyên jin di semînerê de amade bûn.
 
Li Hesekê semîner hat lidarxistin
 
Bi boneya 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-J) semînerek li dar xist. 
Bi boneya 25’mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, çalakiyên cur bi cur ji aliyê rêxistin û tevgerên jinan ve têne lidarxistin. Îro bi tevlîbûna bi dehan jinên Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-J) ji bo roja 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, li Taxa Kelasê li navenda Hêza Parastina Civakî HPC a bajarê Hesekê bi dirûşma "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerîyê têk bibin" hat lidarxistin. 
 
‘Jin li hember desthilatdariyê serî natewînin’ 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, semîner ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Erebo ve hate dayîn. Heyfa di nava semînerê de behsa jiyana hersê xwişkên Mîrabel kir û wiha got: "Di sala 1960’an de 3 jinên tevgera guherîna civakî li hemberî dîktatoriya Trujîllo derketin, di sala 1960’an de hersê xwişk ji aliyê dîktatoriya Trujîllo ve hatin qetilkirin. Ji wê rojê de 25’ê mijdarê ji bo jinên cihanê bûye rojeke sembol, di her serdemekê de jinên mîna Mîrabel li hemberî dîktatoriyê derketin û têkoşîn dan meşandin, ji ber ku sîstema desthiltdar ên mêr ji zaroktî de tundiyê li ser zayenda jinan dide meşandin, da ku hêza jinan a serhildanê bişkinîn û mafê xwe yê rewa nexwazin."
 
'Li hember cûreyên şidetê têkoşîna hevpar pêwist e'
 
Heyfayê di dewama semînerê de wiha anî ziman: "Li hemberî hişmendiya baviksalarî ku jin her hedef digire, têkoşînek hevpar pêwist dike. Pêwist e mirov ji xwe, malbat û komîna xwe dest pê bike, da ku em bikaribin civakek wekhev û bi edalet dûrî cureyên tundiyê ava bikin."
 
'Tundî ne tenê lêdan e'
 
Heyfayê anî ziman û got : "Tundî ne tenê lêdan e, îro herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jin rastî hemû cureyên tundiyê tê, êrîşên dewleta tirk di 9’ cotmehê de hemû cureyên tundiyê li ser civaka me di şexsê jinan de dan meşandin. Tundî dagirkerî, qetilkirin, lêdan,  ji mafê xwezayî dûrxistin e." 
 
Bi têkoşîn û pêşengtiya jina azad û berxwedana dayik û zarokan dê hemû cureyên tundiyê bisekine, artêşa tirk a dagirker di kesayeta Şehîd Hevrîn, Amara û dayika Eqîde de xwestin îradeya jinan têk bibin û civakê bêdeng bikin, lê li hember van êrîşan asta têkoşîna jin û civakê zêde bû. Pêwist e jin li tevahî cihanê bibin yek ji ber ku dijminê me yek e pergala baviksalarî ye."
 
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.    
 
Li Tirbespiyê jî semîner hat lidarxistin
 
Bi boneya 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Hêzên Parastina Civakî li navçeya Tirbespiyê semîner da.
 
Bi boneya 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-J) sêmînerek li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê hat dayin. Semîner li akademiya şehîd Yekta Herekol a Hêzê Parastina Civakî hat dayîn. Bi dehan endamên HPC-Jin di semînerê de amade bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Semîner ji aliyê Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî ya Jinê Viyan Rênas ve hat dayîn. 
 
'Desthilatdar ji berxwedan û îradeya jinê ditirse' 
 
Viyanê di serî de dîroka 25'ê Mijdarê pênase kir û hersê xwişkên Mîrabel ku wek Perperîk dihatin naskirin bi bîr anî û wiha got: "Xwişkên Mîrabel li dijî dîktatoriya Trujillo serî hildan û têkoşiyan, îro jî Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî dîktatoriyê berxwedan û têkoşîna her sê xwişkên Mîrabel didomînin. Dewletên desthilatdar di êrîşên xwe de yekser êrîşî jinê dikin, ji ber ku ji berxwedan û îradeya jinan ditirsin. Me dît ku dema dewleta tirk êrîş kir berxwedan û vîna jinan kir hedef. Mirov dikare van êrîşan mînakekê bîne ziman ew jî qetilkirina Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, Amara, dayê Eqîde û  gelek jinên din. Em weke Hêzên Parastina Jin (HPC-JIN) erkên dikevin ser milê me ew e ku em li hember van êrîşan bisekinin, ax û gelê xwe biparêzin."
 
Semîner bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.