‘Ne tenê 25’ê Mijdarê em ê her roj li qadan bin’

  • 16:52 26 Mijdar 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Bi boneya  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî jinên ku xwestin li Wanê li dijî tundiyê bimeşin hatin astengkirin. Jinan nêrazîbûn nîşanî qedexe û astengiya polîsan dan û gotin ku ne tenê 25’ê mijdarê ew ê her roj li qadan tebikoşin. 
 
Bi boneya  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a navnetewî  li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê  têk bibin"  çalakî û meş hatin li dar xistin. Li Wanê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jinan xwestin li navenda Wanê bi meşekê balê bikşînin ser tundiya li hemberî jinê. Lê meşa jinan hate qedexekirin û jinan di bin dorpeça polîsan de daxuyanî da çapemeniyê . Li Aliyekî meşa jinan hate qedexekirin û li aliyeke din jî meşa  ku walitiya Wanê li darxistî tu astengî ji bo wê nehatin derxistin. Jinên ku ji her heremên serhedê tevlî meşê bûn bertek nîşanî astengkirina meşê dan û gotin ku bi qedexeyan û astengiyan wê nikaribin jinan bêdeng bikin. 
 
‘Em vê helwesta dewletê şermezar dikîn û qebûl nakîn’
 
Ji jinan Mizgîn Sagci bal kişand ser qedexekirina meşa jinan û got ku jin dê tu caran ji sekna xwe ya berxweder tavîz nedin û wiha axivî;” Ji aliyekî meşa me jinan hate astengkirin û li aliyeke  din jî bernameya walitiyê ya 25’ê Mijdarê re tu astengî dernexistin. Em jin xwedî heman mafî ne lê duritî hate kirin. Em di heman demê de bi tundiya dewletê û  mêr re jî rû bi rû man û xwestin ku me binçav bikin. Li ser me tundiya dewletê pêk hat. Divê ev baş bê dîtin ku tundî bi destê dewletê pêk tê. Em  vê helwestê şermezar dikîn û qebûl nakîn.”
 
‘Dewlet naxwaze jin bi hêz bibe’
 
Hevşaredara navçeya Muşê ya Kopê Eylem Saruca ji bertek nîşanî êrîş û astengiya polîsan da û wiha got:” Hişmendiya dewletê naxwaze ku dengê jinan derbikeve. Di bernameya walitiya Wanê de jî baş hate dîtin ku jin wekî kesa duyemîn tê dîtin. Îro li dijî tundiyê roja têkoşînê bû. Lê bi vê helwestê û bi êrîşan careke din dewletê tundî erê kir. Gava ku mijar dibe jin dewlet dibe yek hêz û tundiya xwe hemûyî li ser jinan pêk tîne. Bi êrîşan careke din nîşanî me dan ku dewlet naxwaze jin bi hêz bibe. Tu caran jin bêdeng nabin û ew ê tu caran nikarin me bidin bêdeng kirin.” 
 
‘Em 100 jin bûn û hezar polîs hebûn’
 
Dayika Gulê Polat a ku ji Geverê ji bo ku tevlî meşê bibe hatibû Wanê ji nêrazîbûnên xwe anî ziman û got ku ew ê tu caran êrîşên dewletê û mêrên desthilatdar qebûl nekin û wiha dom kir:” Bi salane li ser jinan zilm tê kirin. Me xwest ku em îro li dijî vê zilmê û tundiyê bimeşîn, lê mixabin destûr nehate dayîn. Em 100 jin bûn, ew  bi hezaran polîs bûn. Ewqas ji hêza jinê ditirsin ku 30 jin  bicivîn ditirsin. Lê em ê ji têkoşîna xwe bidomînin û berdewam bikîn.”
 
Li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin
 
Hurriyet Yilboga jî anî ziman ku di şexdê Abdullah Ocalan de jin ji her qadên jiyanê tên tecrîtkirin û got ku li dijî her cûreyên tundiyê ew ê têkoşîna xwe bilind bikin. 
 
‘Ne tenê 25’ê mijdarê em jin her roj li qadane’
 
Mercan Bozkurt jî daxuyand ku ew bi mudexeleyeke mezin re rû bi rû man û bi lêv kir ku wê rojê dewlet  ji yekitiya jinan tirsiya û wiha pê de çû;” Me xwest ku li dijî her cureyê tundiyê bimeşîn û ji tundî, kuştin û îstîsmarkirinê re bibêjîn na. Lê mixabin em bi dorbeça polîsan re rû bi rû man. Dewlet ji yekitiya jinan û xurtkirina têkoşîna jinan tirsiya. Lê ne tenê 25’ê Mijdarê em jin her roj li qadan bin.”
 
'Em ê li hemû qadan li dijî tundiyê têbikoşin'
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan jî destnîşanî helwesta dewletê ya li dijî jinan kir û wiha pê de çû;” Me xwest ku meşekê  li herêmê li dar bixin. Lê mixabin ji aliyê polîsên dewletê ve hate astengkirin. Em îro bi helwesta hişmendiya mêr û dewletê re rû bi rû man. Meşa me jinan hate qedexekirin, lê aliyekî ve ji meşa walitiya Wanê hate kirin. Ev meş ji bi pêşengiya mêran re pêk hat. Lê mixabin jinên ku bi salane li dijî îstîsmar, tundî û qetilkirinê serî hildidin meşa wan hate astengkirin. Li tevî hemû qedexeyan û astengiyan me daxuyaniya xwe pêk anî û di bin tundiya dewletê de em meşiyan. Çi bibe bila bibe, em jin dê li her qadên jiyanê li dijî tundiyê tebikoşîn û serî hildidîn.”