Ji bo çandina daran jin hatin gel hevdu

  • 16:36 26 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ya HDP'ê starta kampanyaya çandina daran dabû. Jin di çarçoveya kampanyaya ji çandina daran de hatin gel hevdu û gelek dar çandin. 
 
Şaredariya Silopiyayê ya HDP'ê di 15'ê Mijdarê de starta kampanyaya çandina daran dabû. Îro di çarçoveya kampanyaya çandina daran de jin li Kuçeya Ofisê hatin  gel hevdu û gelek dar çandin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmir, Hevseroka Şaredariya Silopiyayê Adalet Fîdan û gelek jin beşdarî kampanyaya çandina daran bûn. Jinan qordeleya mor bi serê xwe girê dan û beşdarî kampanyayê bûn. 
 
'Ew ê li her kuçeyê dar bên çandin'
 
Hevserok Adalet Fidan anî ziman ku parastina xwezayê parçeyekî jiyanê ye û wiha got:"Em jî di çarçoveya 25'ê Mijdarê de komkujî, destdirêjî, tecawiza li dijî jinê şermezar dikin. Ew ê li her kuçeyê dar bên çandin."
 
Piştî çandina daran çalakî bi stranên jinan bi dawî bû.