'Ne tenê 25'ê Mijdarê, divê em di her roj û kêliyê de têbikoşin'

  • 12:44 26 Mijdar 2019
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû netewan nêrînê xwe anîne ziman û wiha gotin: " Em wek jin divê em tu car gavan li paş de navêjin û şûnde venegerin û em ê hê bêhtir tekoşîna xwe li seranserî cîhanê berfireh bikin."
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star ya bajarê Qamişloyê, ji bo 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê meşek girseyî hat lidarxistin. Meş bi tevlîbûna  bi sedan jinî ji tevahî sazî  û rêxistinên jinan yên kurd, ereb û sûryan pêk hat. Endam û Rêveberiyên Meclîsa Jinên Sûriyê yên ku tevlî meşê bûne nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Ne tenê 25'ê Mijdarê, divê em di her roj û kêlîyê de têbikoşin'
 
Endama Meclisa Rêveberiya Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman helwesta xwe ya ji bo 25'ê Mijdarê roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi me re parve kir, di serî de her sê xwişkên tekoşer yên Mîrabel bi bi bîr xist û wiha dest bi axavtina xwe kir: "Divê em ne tenê di roja 25'ê Mijdarê de ji bo jinan tekoşîn bikin,  divê em bi rengekî rojane li hemberî şideta li ser jinê tê kirin têkoşîn bikin. Bi taybet hemû cureyên şidetê di hundirê civakê de têne meşandin û êrîşên dijwar ji aliyê dagirkeriya dewleta tirk ve li ser hemû neteweyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve têne kirin. Dewleta tirk van êrîşan dide meşandin. Gel bernameyeke têr û tijî da pêşiya xwe ji bo 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê. Bi giştî Rêxistinên jinan helwestê xwe bi tekoşîn û berxwedanê didine diyarkirin. Bi armanca vê şidetê ji ser jinê û civakê rake û şûna wê de hîn bêhtir Demokrasiyê li pêş bixe berxwedana jinan didome. Şideta herî mezin li ser gelê bajarokê Girê Sipî û Serêkaniyê hatin kirin, ji ber ku neçar man dev ji mal û bajarê xwe berdin û koçber bibin. Lê şervanên azadiyê tekoşîn û helwestên xwe di nava çeperên şer û eniyên pêş de didine meşandin."
 
'Em ê têkoşîna xwe li seranserê cîhanê berfireh bikin'
 
Endama Desteya Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyê Sûhêr Hamid ya ji netewên Ereb nêrînên xwe wiha parve kir: "Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû netewên xwe li hev kom bûne da ku em roja 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê pêşwazî bikin. Îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tundiya dewlata tirk û hevkarên wê didome û em dengê xwe bigihînin cihên erkdar, da ku sînorekî li hember van êrîşan nîşan bidin. Me biryar da ku em biaxivin û bijîn. Em wek jin divê em tu car gavan li paş de navêjin û şûnde venegerin û em ê hê bêhtir têkoşîna xwe li seranserî cîhanê berfireh bikin."
 
'Divê her jin li dijî zihniyeta kaptalîzmê derkevin'
 
Endama Yekîtiya Jinên Suryan Nûra Hena nêrînên xwe anî ziman û got: "Jin beriya hezarên sala di bin tundiyê û ji aliyê dewletên kapîtalîzm û zihiyeta mêr a desthilatdar de dijîn. Dapîr û dayikên me gelek tişt derbas kirin bê ku dengê xwe bikin, lê em wek jin îro ew tundiya ku li ser dapîr û dayikên me hatine meşandin, em li ser xwe qebûl nakin û em ê her li dijî zîhniyeta baviksalarî têkoşîn bikin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, bê dengî ji bo me jinan nema tê qebûl kirin. Em îro têkoşîna xwe li dijî tundiyê carek din bi kombûna xwe nîşan didin. Bu munasebeta 25'ê mijdarê çalakiyên cur bi cur di pêşiya me de hene. Biryara me ew e ku em hemû jin destê xwe bidin hev û  tundiyên ku li ser jinan tên meşandin tune bikin û li dijî hemû dewlet û zihniyeta kapîtalîzmê derkevin."