Hevşaredar birin edliyeyê

  • 12:35 26 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredarên Dêrik, Şemrex, Stewrê yên HDP'î ku ji peywirê hatibûn dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin, piştî binçavkirina 12 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu û 4 xebatkarên şaredariyê di çaroveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de di 15'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin. Pişî tî 12 rojan karê wan ê îfadeyê yê li emniyetê bi dawî bû û sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Her sê hevşaredariyê piştî binçavkirina xwe  ji peywirê hatibûn dûrxistin û qaymeqamên her sê navçeyan weke qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin.