Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 12:29 26 Mijdar 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo muwekîlê xwe hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo muwekîlê xwe hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Abdullah Ocalan, Nevroz Ûysal û Rezan Sarica, piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbûn.
Ji 7'ê Tebaxê ve hemû serlêdananên parêzeran ên ji bo hevdîtinê ne bi erênî ne jî bi neyînî nehatine bersivandin.