Polisan bi ser avahiyên HDP'ê yên Kocaeliyê de girtin

  • 12:28 26 Mijdar 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Polisan, avahiyên HDP'ê jî di nav de li Kocaeliyê bi ser gelek navnîşanan de girt. Di operasyona ku gelek kes hatin binçavkirin de polisan ala tirk bi panoyan ve daliqandin. 
 
Li navend û navçeyên Kocaeliyê, polisan bi awayekî hemwaxt avahiyên HDP'ê jî di nav de bi ser gelek navnîşanan de girt. Polisan, di serdegirtinan de Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Kocaeliyê Leyla Aygun, hevserokên rêxistinên navçeyan, endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Yalçinkaya û Engun Guleser jî di nav de gelek kesan binçav kir. Polisan, bi ser mala Hesabgirê Rêxistina HDP'ê ya Bajar Îrfan Demîrkaya de jî girt û wî binçavkir û bi xwe re bir avahiya HDP'ê ya Bajar û li vir lêgerînê kir. Hat hînbûn ku polisan, li avahiya HDP'ê qompîtureke ser çokan û 3 qompîturên ser meseyê desteser kirine.
  
Li aliyê din hat ragihandin ku polisan bi ser gelek rêxistinên HDP'ê yên navçeyan de jî girtiye. Polisan amûrên li rêxistinên navçeyan berbelav kirine û ala tirk li panoyan daliqandine. 
 
Hat hînbûn ku polisan kesên binçavkirine bi xwe re birine Miduriyeta Polisan a Kocaeliyê. 
 
Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Yalçinkaya û Engun Guleser, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Kocaeliyê Leyla Aygun, Hesabgirê Rêxistina HDP'ê ya Bajar Îrfan Demîrkaya, Hevserokê Rêxistina Navçeya Dîlovasî Abdûlkadîr Demîr, Hevserokê Rêxistina Navçeya Daricayê Kûtbettîn Guneşsû, Hevseroka Rêxistina Navçeya Çayirovayê Emîna Karaaslan û endamên HDP'ê Ebûbekîr Çoban, Osman Kûrûm, Parêzer Zekîre Dundar Aydin, Parêzer Yuksel Genç, Damla Bagcı, Mekiye Aydin, Mehmet Karaaslan, Kûdret Davutoglu û Hasret Erdem.