Di 25'ê Mijdarê de duyemîn rûniştina Sêwanê hat dîtin

  • 11:59 26 Mijdar 2019
  • Rojane
Have Elma
 
SILÊMANÎ - Di roja 16’ê Kanûna 2018’an de li Taxa Asude li bajarokê Çemçemalaya girêdayî parêzgeha Silêmanî ve jinek bi navê Sêwan Qadir û sê zarokên wê yê bi navên Larîn Diyar ku 2 salî bû, Darîn Diyar ku 5 salî bû û Derun Diyarê ku yek salî bû, ji aliyê mêrê bi navê Diyar Mecîd di mala wan de hatin şewitandin. Bi awayekî zindî sê zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Sêwanê jî piştî hefteyekê li nexweşxaneyê bi sedema rêjeya şewîtîna zêde jiyana xwe ji dest da.
 
Di 17'ê Mijdara 2019'an de yekem rûniştina dadgehê bi rê ve çû. di destpêkê de li axaftina malbatê hat guhdarkirin. Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê duyemîn rûniştina doza Sêwan Qadir û sê zarokên wê li heman dadgehê bi beşdarbûna komeleyek ji jinên çalakvan û malbata Sêwan hat dîtin. Dadgehê diyar kir ku sêyemîn rûniştina vê dozê dê di 3'yê Kanûna 2019'an de bê dîtin. 
 
'Divê jin bibin yek deng'
 
Xuşka Sêwan, Rûnak Qadir got: “Em hemû li benda wê rojê ne ku tewanbar cezayê giran bigire. Heta ku kujer neyên darizandin ev tundiya li ser jinê û kuştina jinê ew ê her dem dewam bike. Li dijî vê yekê em hêvî dikin ku hemû jin dengê xwe bilind bikin. Divê jin bibin yek deng."
 
'Sêwanê bû qurbanê aqlê tundî û tujiyê'
 
Endama Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê Necîbe Emer a ku beşdarî çalakiyên 25'ê Mijdarê bû derbarê vê yekê de wiha got:"Sêwanê bû qurbanê aqlê tundî û tujiyê. Niha di bin navê hezkirinê de bi awayekî ber bi çav jin tên kuştin. Ji bo vê di vê rojê de pêwîst e jin dengê xwe li beramberî vê  tundî û tujiyê hîn bilindtir bikin. Hemû jin, dixwzin ku rêxistinên jinan hîn zêdetir xwedî helwest bin, da ku tiştên hatine serê Sêwan neye serê jinên din jî."