Xwendekarên jin di ‘Koma Pirebokên Kapmusê de’ hatin cem hev

  • 09:10 26 Mijdar 2019
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Xwendekarên jin bi armanca ku pisgirêkên jinan yên li bajar û zanîngehan bên dîtin Koma Pirebokên Kampusê ava kirin. Jinan diyar kirin ku ji bo pêşî li van pirsgirêkan bigirin pêngavek wisa avêtine.
 
Li Mêrdînê xwendekarên jin ji bo pêşî li pirsgirêkên jinan yên li zanîngeh û kampusan bigirin, Koma Pirebokên Kampusê ya ku komek serbixwe ye ava kirin. Koma ku bi salane li gelek zanîngehan xebatên xwe dimeşînin, li Zanîngeha Artuklu jî hat avakirin. Koma ku ji aliyê 5 jinan ve hat avakirin, hejmara wan demek kurt de zêde bû. Mizgîn Sirnaç da zanîn ku bi koma ku li zanîngehê ava kirine, wê xebata hişmendîkirinê bimeşînin û wê demek nêz de dest bi xebatan bikin.
 
‘Ji bo em bêdeng nemînin me pêngavek wisa avêt’
 
Mizgînê bi lêv kir ku li dijî bûyerên hem li derve û hem jî li zanîngehan bêdengiyek û bêhestiyarek heye û ji ber vê jî ev kom ava kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li zanîngeha Artuklu bi jinan re hatin cem hev û me nîqaş meşand. Me dît ku êrîşên li hember jinan bi heman awayî li her derê didome. Li dijî vê me biryar da ku em komeke wisa ava bikin. Li gelek zanîngehên Tirkiyeyê ev kom heye. Me jî li ser vê biryarek wisa girt.”
 
‘Li Mêrdînê îstîsmar û kuştinên jinan gelek zêde ye’
 
Mizgînê her wiha balkişand ser şîdet û tacîza ku li Mêrdînê zêde bûye û ev tişt bi lêv kir: “Em ê li dijî şîdetê li kolanan bin. Xebatên me bêguman wê bi zanîngehê sînor nemîne. Em ê bi jinan re atolyeyan ava bikin. Rojên me yên xwendina pirtûkan û sohbetê wê hebe. Bi taybet me dît ku hewcedariya Mêrdînê bi tiştek wisa heye. Bi vê komê em ê xwe bigihînin jinan. Wê jin bizanibin ku li dijî êrîş û îstîsmarê li her qadê bin.”
 
‘Em bi rihê piştevaniyê bawer in’
 
Elîf Înan jî diyar kir ku ew wek xwendekarên jin ên zanîngehê bi hêza xwe bawer in û der barê komê de jî ev tişt vegot: “Me xwendekaran komek wisa ava kir. Ev kom xwe dispêre yekitî û piştevaniya jinê. Em bi nêzî 40 jinî di vê rê de xebatan dimeşînin. Me bi 5 kesî dest bi xebata kir. Niha em bûn 40 kes. Em jinên zanîngehê bi rastî jî bi rihê xwe yê piştevaniyê bawer in. Em bawer in ku em ê her tiştî biser bixin. Hedefa me eve ku em li bajarê xwe li dijî her cureyê êrîşên li hember jin û zarokan, têbikoşin.”