Li Îstiklalê meşa şevê: Bingeha hêviya me yekîtiya me ye

  • 20:47 25 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL- Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li Kolana Îstiklalê jinan meş li dar xistin. Jinan gotin:"Bingeha hêviya me yekîtiya me ye."
 
Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê jin li Qada Tunelê hatin gel hevdu. Jinan meş li dar xistin û dirûşmên "Mudaxaleyî cinayetên jinan bikin","Cinayetên jinan polîtîk e","Jin bi hev re bi hêz in" berz kirin. Meş li ber Kaşê Kembaraci yê Kolana Îstiklalê bi dawî bû. 
 
Piştre jinan bi zimanê Kurdî û Tirkî daxuyanî dan. Şenay Kumu daxuyaniya bi Kurdî û Îrem Gerkuş jî ya Tirkî xwend.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Jin her roj bi tundiya zayendperestiyê, derûniyê û bi nefretê rû bi rû tên hiştin. Zextên aborî li jinê tên kirin. Jin ji ber ku koçber in an jî nizanin bi tirkî biaxivin bi tundiyê rû bi rû tên hiştin. Bi tifaqa mêr û jin her roj jin bi komkujiyan rû bi rû tên hiştin. Lê em dibin yek û hêviya xwe diparêzin. Em bi hev re deng didin û dikin qêrîn da ku jin bi tundiyê rû bi rû neyên hiştin."
 
Êrîşî meşê kirin
 
Piştî daxuyaniyê jinan xwestin meşê bidomînin lê pêşiya wan ji aliyê polîsan ve hat birîn. Polîsan bi gaza îsotê û mermîyên plastîk mudaxaleyî jinan kirin. Jinan bi dirûşmên xwe bertek nîşanî jinan dan. 
 
Jinek ku hat xwestin ji aliyê polîsan ve bê binçavkirin bi piştigiriya jinê hat rizgarkirin.