Li Mêrdîn û li Şirnexê jinan qedexe nas nekir

  • 18:14 25 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrdîn û li Şirnexê meşên ku hatin xwestin bên kirin, bi hinceta qedexeya walîatiyê destûr nehat dayîn ku bên kirin. Jinan walîtî bi daxuyaniyeke ku dan şermezar kirin. 
 
Li Mêrdînê çalakiyên ku wê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê bihata kirin qedexe kir. Meşa ku wê li Qoserê bi hat kirin ji aliyê polîsan ve hat astengikirin. Piştî ku meş hat qedexekirin di nav de parlamenter Ebru Gunay û û Pero Dundar jî heyî gelek jin li ber avahiya HDP'ê kom bûn. Jinan kincên xwe yên kurdî li xwe kirin û bi erbaneyên di destên xwe de dirûşmên "Jin jiyan azadî"berz kirin. Jinên ku demakê li ber avahiyê rawestiyan pitre xwestin ber bi Qada Azadiyê ve bimeşin. Lê polîsan qedexeya walîtiyê hincet nîşan da û nehiştin ku jin bimeşin. 
 
'Tundiya li ser jinê di vê serdemê de zêde bû'
 
Parlamentera HDP'ê Pero Dundar bertek nîşanî êrîşa polîsan da û got tundiya li ser jinê di serdema AKP'ê de zêde bûye. 
 
Çalakî li gel erbaneyan û bi stranên jinan bi dawî bû. 
 
Şirnex 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de meşa ku divê bihata lidarxistin hat qedexekirin. Li ser astengiya polîsan parlamenter Nuran Îmîr û Semra Guzel jî di nav de gelek jin lie ber avahiya HDP'ê kom bûn. Polîsan destûr neda ku jin ji avahiyê derkevin û wekî hincet qedexeya 14 rojan a walîtiyê hincet nîşan dan. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya HDP'ê Nuran Îmîr  axivî û wiha got: "Ji Clara Zetkin Rosa Luxemburgan ber bi Xuşkên Mîrabal ji Mîrabalan ber bi Sakîne Cnansizan têkoşîna ku me dewer girt em ê bidomînin."
 
Semra Guzel jî got: "Em jinek bi tenê jî bimînin em ê vê têkoşînê berdewam bikin û têkoşîna me ya li dijî dewletê wê bi ser keve."
 
Piştî axaftinan çalakiya jinan bi dawî bû.