Gelê Mexmûrê: Parastina her jinekê parastina welatekî ye
- 17:01 25 Mijdar 2019
- Rojane
MEXMÛR - Di pêşengiya Meclisa Îştar a Jinê de gelê wargeha Mexmurê bi minsebeta 25'ê Mijdarê meşiya.
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê li Wargeha Şehîd Rustem Cudî(Mexmûrê) di pêşengiya Meclisa Jinê ya Îştar de meş hat lidarxistin. Meş saet di 14:00 an de li ber deriyê şarederiya wargehê dest pê kir. Di meşa hat lidaxistin de posterên Şehid Hevrin Xelef, dayê Eqidê, Şehida YPJ'ê Şehîd Amara ku di encama êrişa Dewleta Tirk a di 9'ê Cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Surye de şehid bune û hersê Xuşkên Mirabal hatin hilgirtin. Meşa hat destpêkirin heta ber deriyê parka Şehid Zehra Penaber berdewam kir û li wir daxyanî hat dayin. Beriya daxyanî dest pê bike, di şexsê hersê xuşkên mirabel de ji bo tevahî şehidên teşokina jinê deqeyek rêz hat girtin. Piştre ji aliyê endama Kevana Zêrîn Rûheyv Guvercîn ve daxuyanî hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye "Di dîroka gelan de hin dem hene ku mirovan laşê xwe kirine mertal û bi tekoşîna xwe dîroka azadîyê nivîsandine. Pir jinên hêja û tekoşer li rûxmê hemu zehmetîyên pergala zilam bi berxwedana xwe dîroka azadîya jinê û gelan nivîsandine. Zilamê desthilatdar ji bo ku desthilatdarîya xwe ava bike bi hezaran salane erîşî ser jinê dike. Feraseta desthilatdar dizanîbu ku ji bo metîngeriya civakê divê destpêkê îradeya jinên wê civakê tune bikin. Ji ber jin di xwazaya xwe de dijberî talankirin, desthilatdarî, dizî û zordestîyê ye û her dem li ser esasê berjewendîyên civaka xwe xebitîye ji alîyê zilamê talanker û ezezok weke xeterîya herî mezin hatiye dîtin û di oxira tinekirina jinê de çi rêbazê hovane hebe bi kar anîyê.
Jinên têkoşer cihê xwe di dîrokê de girtin
Bê guman jinê li hemberî vê zihnîyet û dagirkerîyê serî netewandîye û çi fizîkî çi jî bi rêbazên civakî dibe heta dawîyê tekoşîn meşandiye. Jinên ku di avakirina jîyana azad de ısrar dikirin jî wekê pîrhebok an jî şeytan dihatin binavkirin û gûnehbar dihatin hesibandin. Pir jinên filozof, zana, rewşenbîr , şerker, lêkolînvan ku xizmeta pêşxistina jin û civakê dikirin di bin van navan de ji civakê hatine tecrîd kirin û bi rêbazên pir hovane hatine qetilkirin. Ji bo reşkirina dîrokê jî derheqê wan jinan de çi hebe hatiye tunekirin û şewitandin. Tekoşîna her 3 xuşkên Mirabêl, Roza Luksemburg, Emma Goldman, Olimpa de Gues, Clara Zetkîn, Leyla Qasim , Rindêxan, Hapatya, Zarîfe Osê, Besê, Dayê Zero hin ji van berxwedêrên jin yên dîrokê ne. Van jinan ne ji bo azadîya şexsî berî her tîştî ji bo azadîya civak û azadîya welatê xwe tekoşîn meşandine. Wekê ku tê xuyakirin ji dîrokê heta niha destpêkê jinê li hemberî desthilatdarîyê serî rakiriye û tekoşîn meşandiye. "
Parastina her jinekê parastina welatekî ye
Di sedsala 21'emîn de jî yê ku herî zêde xwedî li dîroka berxwedana jinê derketiye û tekoşîn mezintir kiriye jî endezyarê tekoşîna azadîya jinê Rêber Apo ye. Bi rêbaza têkoşîna Rêbertiyê tola hemu jinên ku di oxira azadîyê de hatine qetilkirin jinan hilda ye û tekoşîna azadîya jinê mezin kirin. Îro jî em wekê jin em li ser mirateya van jinên şoreşger tekoşîna xwe mezin dikin û li her dere belav dikin.Bi saya wan jinên tekoşer îro bi Sarayan, Zîlanan, Berîtanan, Delalan , Axînan, Arînan, Vîyanan, Çiçekan, Hevrînan tekoşîna azadîyê dema xwe ya hêrî mezin dijî û ber bi serkeftinê ve diçe. Çawa ku di dîrokê de ji alîyê zilamên desthilatdar hemberî her 3 xuşkên Mirabal destdirêjî hatiye pêşxistin û hatine qetilkirin îro jî bi rêya netew dewlet û kapîtalîzmê li hemberî jinan polîtîkayên tacîz , tecawuz, qetlîam, şiddeta psıkolojîk û fizîkî, bê îrade hiştin an jî bi lîberalîzmê erîşî mejî û laşe jinê tê kirin. Her wiha di şexsê jinan de erîş li ser welatên gelan tê kirin. Hemberî van polîtîkayan parastina her jinekê parastina dîrokekê ye parastina welatekî ye. Bila hêzên metînger bizanibin em ê wekê jin xwedî li mirateya berxwedan jinê derdikevin û heta dawîyê em ê tekoşîn û rêxistinbuyina xwe mezintir bikin. Wekê jinên wargeha Şehîd Rustem Cudî em hemu jinên tekoşer yên di oxira azadîya jinê de hatine qetilkirin bi bîr tînin û em soz didin wekê jin em ê tekoşîna azadîyê jinê mezintir bikin. "
Daxyanî bi duruşên : "Bijî berxwedana jina kurd" "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.