'Qetilkirin û tundiya li ser jinan li ser exlaq û wîjdanê civakê ye jî'
- 16:03 25 Mijdar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Îro bi boneya 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinên Kongreya Star li Til Temir û gundê Til Nesrîyê semînerek li dar xistin.
Îro li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" çalakiyên cur be cur ji aliyê rêxistin û tevgerên jinan ve têne lidarxistin. Li navçeya Til Temirê jî Kongreya Star du semîner yek li Saziya Malbatên Şehîdan û ya din jî li gundê Til Nesrî ku koçberên Efrînê û Serêkaniyê lê bicih dibin, li dar xistin. Di semînerên ku hatin lidarxistin de bi sedan jin û mêr amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê Endama Kongreya Star û Rêveberiya Çand û Huner di Meclisa Federal a bajarê Hesekê Efaf Heskê axivî.
'Sîstemên desthilatdar ji zaroktî de tundiyê dimeşînin'
Efafê di destpêkê de serpêhatiya vê rojê rave kir û wiha dom kir: "Sîstemên desthilatdar ên mêr ji zaroktî de tundiyê li ser zayenda jinan dide meşandin, vê yekê bi zanebûn dikin ku di pêşerojê de ew hêza wan a serîhildana li hember dîktatoriyê bisekinin û mafê xwe yê rewa bixwazin. Jinên pêşeng di dîrokê de derketin û doza mafê hemî jinan jî kirin, lê desthilatdarê mêr û serdest serîhildana wan jinan ji xwe re wekî metirsiyekê dît ji ber wê ew bêdeng yan jî qetil kirin. Jinên Bakurê Sûriyeyê bi hemî netewên xwe hişmendî û xîlafeta DAIŞ'ê hilweşand."
'Zewaca temenê biçûk tundî û sûcekî herî mezin û xeter e'
Efafê diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de jî tundî ye û wiha pêl da gotina xwe: "Li hember vê hişmendiyê jî têkoşîneke hevpar û xurt pêwîst dike ku ev têkoşîn bikaribe bi xwe civakê ji pencên desthilatdariya mêr rizgar bike. Pêwîst e ku mirov di destpêkê de ji xwe de paşê ji malbata xwe de dest bi guhertina hişmendiyê bike, dibe ku gelek sal jî derbas bin, lê di dawiyê de pêwîst e têkoşîna ku tê kirin bi encam be."
'Her ku diçe xeleka pêşengên jin li hember dagirkeriyê firehtir dibe'
Efafê di dawiyê de diyar kir ku qetilkirina Hevrîn Xelef a bi hovîtî hêrsa tolhildanê û rizgarkirina tevahî jinan di dil û fikrê me de xurt kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dijmin bi zanebûn hêz û îradeya jinê hedef digire ji Avasta Xabûr, Barîn Kobanê û Arîn Mîrkan de bigirin heta Hevrîn Xelef, Amara û Çîçeka Kobanê. Her ku diçe xeleka jinên pêşeng ku tu carî teslîmiyet qebûl nekiriye fireh dibe. Pêwîst e tevahî jinên cîhanê xwedî li hêz û îradeya xwe derkevin û ji bo guhertina hişmendiya mêr û civakê li ber xwe bide."
'Qetilkirin û tundiya li ser jinan li ser exlaq û wîjdanê civakê ye jî'
Berdevka komîteya civakî Nîda Salih li Kantona Hesekê di civîna ku li gundê Til Nesrî li stadê hate lidarxistin wiha got: "Tundî ne tenê lêdan e, qetilkirin, derûniya jinê xirab kirin, nehiştina vegotina gotin û nerîna wê û ya herî girîng jî dagirkeriya ku îro ku tê meşandin e. Bi dehan jin ji ber sedemên bi guman têne qetilkirin, ev yek jî dibe tundiya li ser tevahî jinan û erkê her jinekê bi rihê tolhildanê û têkoşîna li hember tundiya li ser jinê tê meşandin, tev bigere. Dema jin tê qetilkirin exlaq û wîjdanê civakê jî tê qetilkirin."
Di dawiyê de jin û mêrê ku di civînê de amade bûn nêrînên xwe derbarê tundiya li ser jinê tê meşandin anîn ziman û gotin: "Di hemû qadên jiyanê de pêwîstiya her du zayendan bi têkoşîneke hevpar heye."