Asayîşa Hewlêrê çalakiya jinan asteng kir

  • 14:58 25 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê jin xwestin li Hewlêrê çalakî li dar bixin, lê asayîşe Hewlêrê destûr neda ku çalakî bê lidarxistin. 
 
Îro 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê ye, bi vê boneyê li her derê çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin. Li Herêma Federal a Kurdistanê li gelek navçe, bajar û herêman çalakiyên li dijî şîdetê tên lidarxistin. Lê çalakiya ku li Hewlêrê bihata li dar xistin ji hêla asayîşê ve hat astengkirin. 
 
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) xwest ber derê parka Şanedar a bajarê Hewlêrê çalakiyek lidarbixin. Lê bi hinceta nebûna destûrê, asayîşê nehişt çalakî were lidarxistin.