ÎHD'ê rapora xwe ya derbarê tundiyê de aşkera kir

  • 14:08 25 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Li gorî Rapora ÎHD'ê ya Amedê ku daneyên tundiyê salekê di nav xwe de dihewîne ya derbarê tundiya li ser jinên li herêmê  hat diyarkirin ku mirina bi gûman li bajarên wekî Êlih, Eerzirom, Erzîngan, Colemêrg, Dîlok Malatya, Amed, Erdexan û Sêrtê pêk hatiye. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora xwe ya li ser tundiyê ya Salekê derbarê tundiya li ser jinên li herêma me parvaekir.  Rêvebera Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Ezgî Sila, Demîr piştî rêzgirtina ji bo hemû jinên ku jiyana xwe ji dest dane rapora hatibû amadekirin bi raya giştî re parve kir. 
 
'Hêrî zêde jin ji şer bi bandor dibin'
 
Ezgî wiha got: "Dîroka tundiya li ser jinê tê meşandin gelek kevn e. Dişminantiya li hemberî jinê di tevahiya dîrokê de berdewam kiriye û wiha xuya dike ku wê berdewam jî bike. Lê ev ne çarenûs e û dîroka têkoşîna jinê jî ne nû ye. Mixabin tundiya li ser jinê ku li her devera cîhanê berdewam dike, li Rojhilata Navîn ku qada şer e, zarok û jin herî zêde ji şerê ku tê kirin zararê dibînin û êşê dikişînin." 
 
Rapora ÎHD'ê ya derbarê tundiya li herêmê ya 25'ê Mijdara 2018'an û ya 25'ê Mijdara a2019'an jî ji aliyê Rêvebera Komîsyona Jinan Derya Yildirim ve hat xwendin. Di raporê de van daneyna cih girt: 
 
"Ji bilî mirina di encama 16 întîharan de, li herêmê di nava malbatê û li qada civakî ji ber tundiya mêr a li ser jinê li herêmê 54 jinin hatine qetilkirin. 13 jin jî bi awayê bi gûman mirî hatine dîtin."
 
Bajarên ku li qada civakî jin li wan hatine qetilkirin: 
 
Li Rihayê 8, Amed, 7, Dîlok 6, Gurgum 5, Êlih 4, Meletî 4, Mêrdîn 3, Îdir, 1, Xerpêt, 3, Dêrsim 3, Agirî 3, Erzirom 2, Wan 1, Bedlîs 1, Şirnex 1, Çewlik 1 û li Colemêrgê jî 1 jin hatiye qetilkirin. 
 
Bajarên ku jinan bi awayê bi gûman li wan jiyana xwe ji dest dane: 
 
Li Êlihê 1, Erzirom 1, Erzîngan 2, Colemêrg 2, Dîlok 1, Meletî 2, Amed 2, Erdexan 1 û li Sêrtê jî 1  e.