'Di nav 11 salan de 2 hezar û 720 jin hatin qetilkirin'

  • 13:51 25 Mijdar 2019
  • Rojane
ENQERE - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê parlamenterên HDP’ê Pero Dûndar û Nuran Îmîr ji bo lêkolînkirina kuştin, şîdet û taciza li hemberî jinê pêşniyaznameya lêkolînê û pirsname dan Meclîsê.
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr û Pero Dûndar, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, ji bo şîdet, tacîz û komkujiyên jinan bên lêkolîn kirin pêşniyaznameya lêkolînê û pirsname dan Meclîsê.
 
Pero, bi van hincetan pêşniyaznameya lêkolînê da Meclîsê: “Li Tirkiyeyê di nava 11 salên dawî de 2 hezar û 720 jin ji aliyê hevjîn, heskirî, bav, bira û xizmên xwe yên zilam ve bi tund hatine kuştin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di 6 mehên dawî yên sala 2019’an de 214 û tenê di meha Cotmehê de 36 jin ji aliyê zilaman ve hatine  kuştin. Li gel vê jî tundiya zayendî û îstîsmara zarokan jî zêde bûye.”
 
Parlamenter Nuran jî ji bo ku Wezîra Karê Malbat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk jî bi bersivîne pirsname da Meclîsê, wiha got: “Li Tirkiyeyê, tenê di navbera 1’ê Çile û 20’ê Mijdara 2019’an de 302 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin û 532 jin jî bi şîdetê re rûbirû man."
 
Nuran ev pirs ji Wezîr Selçûk pirsîn: 
 
"*Ji bo pêşîlêgirtina şîdeta li hemberî jinê xebatên ku we heya roja îro kirine çine? 
 
*Gelo derbarê hejmara kuştinên jinan de xebatên xwe hene? Hejmara jinên di nav bera salên 2002 û 2019’an de hatin kuştin çiqasin?
 
*Gelo ji bo jinên rastî şîdetê hatin we çiqasê piştgiriya hiqûqî da wan û hûn pêvajoya hiqûqî ya cezakirina bersûcan dişopîn in? 
 
*Gelo derbarê jinên biyanî yên mexdûr bûne de xebatek we heye yan na? 
 
*Herî zêde li kîjan bajaran şîdet li hemberê jinê tê jiyîn?  Gelo derbarê vê yekê de lêkolînek we heye? Ger we lêkolîn kiribe, sedema vê yekê çiye?”