'Di 10 mehan de 284 jin hatin kuştin'

  • 12:58 25 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Navenda Şêwirmendiyê ya Mafê Jinê ya Baroya Amedê bi minasebeta 25'ê Mijdarê daxuyaniyek dan çapemeniyê û hat gotin ku li gorî daneyan di nav 10 mehan de 284 jin hatine kuştin.
 
Navenda Sepan û Şêwirmendiyê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê, der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, li salona Konferansê ya Tahir Elçî civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Navenda Şêwirmendiyê Mafê Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî bal kişand ser têkoşîna xwîşkên Mîrabel û diyar kir ku têkoşîna wan ji bo jiyanek azad û wekhev dayî niha jî didome. 
 
'Pirsgirêk nayên çareserkirin'
 
Çîgdem, da zanîn ku jin hêj berdêla azadiya xwe bi canên xwe didin û wiha got: “Li gorî daneyên ne fermî di deh mehên sala 2019’an de zilaman herî kêm 284 jin kuştin. Dosyayên ku derbarê jinan de yên tundî, cinayet, tacîz û êrîşên zayendî ji ber ku lêpirsîneke bi bandor nayê rêveberin faîl bi cesaret dikevin.” Çîgdem, diyar kir ku şîdeta ser jinan a ku zêde dibe û berdewam dike sebebê wê ne çareserkirina çavkaniya şîdetê ye." 
 
'Dê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Çîgdem, balkişand ser nêzîkatiya qeyûman a ser destkeftiyên qeyûman û wiha axivî: “Qeyûmên ku di sala 2016’dan de hatin tayînkirin ewil saziyên jinan girtin. Çima di tayînirina qeyûman a 2019’an de pergala hevserokatiyê kirin hincet. Ev pêkanîn, nîşan dide ku ev ne tesaduf e û qada jiyanê ji jinan re nahêlin. Ev desteserkirinia vînê ye. Em vê yekê qebûl nakin. Em mîlîtarîzm, şer, mêtîngerî, zayendîperestî, homofobî, bifobî, transfobî, tundiya dewletê û zilam, tacîz û tecawizê red dikin. Em weke her roj îro jî em ê li hemberî îhlalên ku destkeftiyên bi têkoşîna xwe qezenç kirî bin. Em ê ji bo ku şîdeta li dijî jinê rabe têkoşîna xwe bidomînin."