Li Mêrdînê daxuyanî û belavkirina belavokan hat qedexekirin

  • 12:47 25 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Daxuyanî û belavkirina belavokan a Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Mêrdînê ji hêla Walîtiya Mêrdînê ve hat qedexekirin. Baroya Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî qedexeya walîtiyê şermezar kir. 
 
Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Mêrdînê xwest bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, li avahiya Edliyeyê daxuyaniyek bide çapemeniyê û piştre belavok belav bike lê ji ber ku walîtî qedexeya çalakiyan dabû nehiştin çalakî pêk bê. Derbarê qedexeya walîtiyê de Baroya Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku belavkirina belavok û daxuyanî ji hêla Walîtiya Mêrdînê ve hat qedexekirin û wiha hat gotin: "Qedexekirina çalakiyê lidij hiqûqê ye. Bi vê nêzîkatiyê hat nîşandan ku şîdeta li hemberî jinê dom dike û naxwazin li dijî şîdetê çalakî bên lidarxistin. Belavkirina belavok û daxuyanî bi hinceta ewlehiyê hat qedexekirin û ev tişt tu carî nayê qebûlkirin. Derbarê qedexeyê de dê pêvajoya hiqûqê bidin destpêkirin."
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li dijî qedexêyê dê di saet 14'an de li avahiya baroyê belavokên xwe belavbikin û piştre jî dê fîlma "Dema Perperokan" temaşe bikin.