Li Zozanê Şenê ji ber operasyonê şewat derket

  • 12:20 25 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Operasyona Leşkerî ya li Zozanê Şenê ku dikeve navbera Amed, Mûş û Çewlikê di 8'ê mijdarê de dest pê kir, didome. 
 
Operasyona leşkerî ya li Zozanê Şenê ku dikeve navbera Pasûra Amedê, Mûş û Çewlikê ji 8'ê mijdoarê heta niha didome. Piştî leşker di 8'ê mijdarê de derketibûn operasyonê, li garê agir bi daristanê ketibû. Şewata daristana li herêmê ji wê rojê heta niha didome. Operasyona leşkerî ku gelek tîmên taybet û cerdevan ji bo wê sewq kiribûn didome. Hat diyarkirin ku dem bi dem şer derdikeve. Duh jî sewqîyata cerdevanan hatibû kirin û herêm ji hewa û bejayî ve hatibû bombekirin. Di encama bombebaranê de dîsa li qadê agir bi daristanê ketibû. Di dîmenen welatiyan kişandin jî tê dîtin ku li herêma çiyê duxan bilind dibe. Lê nehat zanîn ku şewat hat vemirandin ya na. 
 
Operasyona ku du roj berê bi tevlêbûna tîmên taybet û cerdevanan dest pê kiribû, li herêma gundên Eskar, Geliye Deyika, Geliye Mezraxuş û Kontarên çiyayên Dorşinê, Sere Sip û Hovîtê, Mezrika Zovan, Kerengan, Zozanê Şenê û Reylê didome.