Jinan banga taksîmê kir

  • 12:10 25 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li dijî biryara qeymeqam a qedexeya meşa saet di 19.00'an de ku wê li Qada Tunelê bihata kirin bang li jinan kirin ku li Taksîmê bicivin.
 
Qeymeqamtiya Beyogluyê meşa jinan a ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Naventeweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ku wê saet di 19.00'an de Tunela Taksîmê bikira qedexe kiribû. Pilatforma 25'ê Mijdarê ya Stenbolê jî li dijî qedexeyê bang li jinan kir ku li Taksîmê kom bibin.
 
Jinan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: "Qedexeya çalakiyên 25'ê mijdarê tê wateya nedîtina tundiya li jinan tê kirin. Em bang li jinan dikin ku ji bo cîhaneke bê tundiya mêr li 25'ê Mijdarê xwedî derkevin û dibêjin werin Taksîmê."
Kadınlar açıklamasında şöyle dedi: