Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Zorê Hatine Girtin peyama 25'ê Mijdarê da

  • 12:03 25 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Zorê Hatine Girtin peyama 25'ê Mijdarê da. Di daxuyaniya ku hat dayin de wiha hat gotin:"Rêxistina jinê û têkoşîna wê ji her demê bi hêvîtir e. Têkoşîn û nerazîbûna jinên Rojhilata Navîn ji bo têkoşîna hemû gelên cîhanê bûye sembolek. "
 
Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Zorê Hatine Girtin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Jenosida 24'ê Tebaxa 2014'an a Şengalê ji rûpelên herî tarî yên dîrokê ye. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Em şopdarê jinên ku bi fermana 73'emîn rû bi rû hatine hiştine. Em dizanin ku çeteyên bi navê Boko Haram, El Kaide, El Şebbab, Ensaru Şeria, El Nusra, Îşid, Heşdî Şabi hemû di mijara qirkirin û çewisandina jinê û mirovatiyê de heman tişt in. Ji ber îktidarên ku kesên wekî wan nafikirin qir dikin her ku diçe cîhan bi ber xerabiyê ve diçe. 
 
'Tundiya li ser jinê bingeha xwe ji feraseta îktidarê digire'
 
Hemû cureyên tundiyê yên li ser jinê bingeha xwe ji zihniyeta baviksalarî digire. Tundiya li ser jinê bingeha xwe ji feraseta îktidarê digire. Tayinkirina qeyûman yek ji cureyên tundiya li dijî jinê ye. Jin bi her hawê xwe ji mafên xwe yên aborî, xebat, jiyanê bêpar tên hiştin. Rastiya şer hem jinan hem jî gelên bindest her tehdît dike. Lê têkoşîn û nerazîbûna jinên Rojhilata Navîn ji bo têkoşîna hemû gelên cîhanê bûye sembolek. 
 
'Modela hevserokatiyê bûye hedefa îktidaran'
 
Jin bi rolên xwe yê çalak dibe sedem ku rolên civakî biguhere. Ji ber ku modela hevserokatiyê rolê civakê diguhere û dibe sedema wekheviyê loma modela hevserokatiyê bûye hedefa îktidaran. Ji bo têkoşîna li dijî îktidarên ku dibe çewisandina jinê têkoşîna me dê bidome."