YJAD û FEDA: Li dijî şîdetê têkoşîna xwe geş bikin

  • 12:02 25 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YJAD û FEDA bi vesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: "Li dijî şîdetê bibin yek û têkoşîna li dijî şîdetê geş bikin."
 
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD) û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de xwîşkên Mîrabel hatin bîranîn û wiha hat gotin: "Em jinan weke sûretê maf dibînin, di şexsê wan de em şîdeta li hemberî jinê qebûl nakin. Her wiha êrişên dagirkeriyê yên li Rojava, jinan jî dikin hedefa xwe û ji bo têkoşîna hevpar a li dijî şîdeta li hemberî jinê em bang li jinên Elewî û jinên din dikin ku bibin yek deng û têkoşînê geş bikin."