'Her roj gelê me bi komkujiyan re rû bi rû ne'

  • 11:09 25 Mijdar 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên beşdarî mitînga li dijî kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê li herêmên Bakur Suriyeyê bûn gotin: ”Erdogan û hevkarên wî sûcên mirovahiyê pêk tînin.”
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê bi balafirên keşfê êrîşî gundê Qirfilê yê girêdayî Girê Spî kirin. Di encama êrîşan de komkujî pêk anîn. Di komkujiyê de ji malbatekê 2 birayan jiyana xwe ji dest dan. 2 xwişk jî giran birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Kobanê. Piştî mudaxaleya yekê, herdu xwişkên birîndar rakirin nexweşxaneya Minbicê û hîna di bin çavdêriya bijîjkan de ne.
 
Welatiyên kantona Kobanê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li gundê Qirfîlê  û li dijî guherîna demografiya herêmê bi mitîngek girseyî şermezar kirin. Jinên ku beşdarî mitîngê bûne nerazîbûnên xwe li dijî kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê ji ajansa me re vegotin.
 
‘Erdogan hêlîna zarokan hildiweşîne’
 
Dayika bi navê Emîne Diyar da zanîn ku dewleta tirk bi hezaran welatî li ser axa wan koçber kiriye û wiha domand: “Ev demek dirêj e dewleta tirk êrîşên hovane û komkujiyan li ser gelê sivîl pêk tîne. Qaşo agribest hatibû destpêkirin lê dewleta tirk ev yek binpê kir û heta roja me ya îro jî êrîş li ser gelê me heye. Li ber çavên dewletan hemûyan gel tên kuştin lê belê tu kes mafê gelê vê herêmê naparêze. Em naperjirîn ku dewleta tirk axa me dagir bike. Ev ax ya dapîr û bapînên me ne. Helwestên me diyar in em ê li hemberî Erdogan û hişmendiya Osmaniyan axa xwe biparêzin.”
 
‘Pêwîst e em yekîtiya xwe xurt bikin’
 
Xedîce Muhemed jî da zanîn ku ew ê bi hêza xwe dagirkeriyê têk bibin û wiha pê de çû: “Dewleta tirk û çeteyên wê hemû rêbazên dijmirovahiyê pêk tîne. Nimûne ew xortê li herêma Efrînê bi navê Aras Xelîl dema ku li mal bû çeteyên Erdogan rêbazên tundiyê li ser meşandin, çend rojan berê jî li gundê Qirfilê yê girêdayî Girê Spî komkujiyeke hovane pêk anîn. Em vê komkujiyê şermezar dikin.Turkiye dibêje em herêma ewle ava dikin lê ev yek ne rast e. Ji ber her roj li bajarên ku dewleta tirk dagir kirine weke Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê gelê sivîl jiyana xwe ji dest didin. Pêwîst e em gel li hember van dagirkeran hêza xwe xurtir bikin ji bo em pilanên wan li ser herêmên xwe vala derxin.”
 
‘Bêdengiya netew-dewletan di be sedema kuştina gelê me’
 
Cîhan Kîko û Sebah Muhemed jî gotin: “Erdogan bi hinceta herêma bi ewle êrîşî xaka me dike. Lê di milê aramî û ewlehiyê de tu pirsgirêkên me tune ne. Piştî têkbirina DAIŞ’ê herêmên me bi ewle bûn. Bi êrîşên dewleta tirk ên 9’ê Cotmehê ve ewlehiya herêmên me xirab bûn. Niha ji ber dagirkeriya dewleta tirk jiyana me di xeteriyê de ye. Jinên Kobanê amede ne ku li hemberî dewleta tirk bisekinin, heta nefesa xwe ya dawiyê em ê şer bikin. Ji ber mînaka Efrînê li ber çavên me ye ku çawa her roj sivîl dibin qurbaniya kiriyarên dewleta tirk û çeteyên wî.”